Li Colemêrgê du kes hatin girtin: Hincet PKK ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta “endamtiya PKKyê” du kes hatin girtin.

Parêzgariya Colemêrgê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku “tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Colemêrgê roja 4ê Kanûna Paşîna 2024an li dijî PKKyê operasyonek kiriye.”

Di operasyonê de bi hinceta “endamtiya PKKyê” û “têkdana yekîtiya dewletê û yekparçeyiya welat” 2 kes hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê du kesên destserkirî piştî karûbarên yasayî doh birin Dadgeha Colemêrgê.

Dadgehê derbarê her du kesan de biryara girtinê da.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.