Serokê PWKyê: Divê em guhdariya dengê gelê xwe bikin

07-01-2024
RÛDAW
Nîşan PWK Mustafa Ozçelîk Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk got, “Gelê me li ser daxwazên acîl banga hevkariya nevxweyî li me dike. Divê em li dengê dilê gelê xwe guhdar bikin.”

Serokê Giştî PWKyê Mustafa Ozçelîk di derbarê hilbijartinên şaredariyan û li ser rojeva Tirkiye û her çar perçeyên Kurdistanê, li Nûneratîya Stenbolê ya PWKyê semînerek li dar xist.

Mustafa Ozçelîk got:

“Dewleta Tirkiyeyê bi sîyaseteke stratejîk, kûr a pir alî û bi mihendîsiya civakî, bi zext, bi êriş, bi neheqî û bi siyaseta li dijî Kurdan dixwaze,  bîr û bawerî û daxwazên neteweyî, niştimanî yên Kurdistanê lawaz bike.

Dixwaze pirsa Kurdistanê ji bingehê wê yê mafê çarenûsiya miletê Kurd dûr bixe. Hinek aliyên ku li ser potansiyela Kurdan siyasetê dikin jî çi bi navê çepitiyê, çi bi navê îslamîyetê, mixabin bi siyaseta ‘wekheviya hemwelatîyan’, ‘netewa demokratîk, welatê hevbeş, cumhuriyeta demokratîk’, rê ji lawazbûna hişmendîya çareseriyeke li ser bingehê hebûna miletê Kurd, Kurdistanê û mafê statuyeke milî, siyasî, cografî xweştir dikin.”

Ozçelîk bal kişand li ser bêtifaqiya Kurdan û got:

“Li Bakurê Kurdistanê bêtifaqiya aliyên milî, demokratîk, Kurdistanî jî hem rê ji siyaseta Dewleta Tirkiyeyê re xweştir dike da ku pêşdexistin û xurtkirina hişmendîya neteweyî, niştimanî zehmettir bibe û hem jî di bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk de destê Kurdan lawaz dike.”

“Ji sedî 80yî Kurdan li nasnameya xwe xwedî derdikevin”

Ozçelîk da zanîn ku piraniya Kurdan li nasnameya xwe xwedî derdikevin û wiha domand:

“Li gel vê atmosfer û rastiya neyînî, negatîf jî li gorî gelek rapirsiyên ku vê dawiyê hatine kirin, diyar dibe ku nêzîkî ji sedî 80yî Kurdan li nasnameya Kurdî xwedî derdikevin û dixwazin zimanê Kurdî bibe fermî û perwerdeya bi zimanê Kurdî hebe.

Herwiha di mijara êrişên li ser rêberê gelê Kurdistanê Şêx Seîd Efendî de jî ji her fikir û îdeolojî û mezheb û dîn û beşên civatê, piraniya Kurd û Kurdistaniyan helwesteke yekgirtî nîşan dan û li Şêx Seîd Efendî xwedî derket û  got ew rêberê me yê milî ye, rûmeta me ye.

Gava navê Esad Oktay Yildiran ê ku şkenceciyê Hefsa 5 Noluyê ya Amedê bû, li dibistaneke Îzmîrê hat kirin, gelê Kurd bertekeke berfireh nîşan da û ev jî bû sebep ku, dewleta Tirkiyeyê paş de gavê bavêje û navê Esad Oktay Yildiran ji ser wê dibistanê were rakirin.”

“Divê em dengê gelê xwe guhdar bikin”

Mustafa Ozçelîk di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser daxwaz û helwestên milî yên miletê Kurd û gelê Kurdistanê û got:

“Ji bo pêşdebirina doza milî û xurtkirina hêviyên gelê xwe, divê em îro vî aliyê erênî yê helwesta Kurdan bikin destpêkek û em li ser wan daxwaz û helwestên gelê xwe hevkarî û hevxebata hevbeş ava bikin.

Gelê me li ser daxwazên acîl banga hevkariya nevxweyî li me dike. Divê em li dengê dilê gelê xwe guhdar bikin.”

“Werin em bi hev re bajarên xwe îdare bikin”

Mustafa Ozçelîk piştî nirxandineke giştî ya li ser rewşa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gotin anî ser mijara hlbijartinan û dewam kir:

“PWKyê ev rast û dengê dilê gelê me da ber çavan û dibêje werin bi siyasetek û rêbazeke nû, em hevkarî û hevgirtina  potansiyela herî berfireh a gelê xwe bihûnin.

PWK dibêje, ‘Werin di hilbijartinên şaredarîyan yên ku 31ê Adara 2024ê de li ser daxwazên acîl ên miletê Kurd û gelê Kurdistanê em bi hev re namzeden xwe yên şaredariyê tesbît bikin, em bi hev re bajarên xwe îdare bikin’.

Belê li gorî vê rêbazê, niha em ji bo ku bi beşdariya potansîyela herî berfireh a partiyên siyasî, dezgehên sivîl û kesayetên qebûlbar ên civatê platformên hevbeş bêne ava kirin dixebitin. Helbet li gorî şerdên ku dê derkevin pêş me, em xwediyê nexşerêyên cuda cuda ne jî.”

“Em rêya tifaqa milî xweş dikin”

Ozçelîk tekez kir ku ew rêya tifaqa milî, demokratîk xweştir dikin û got:

“Xebata ji bo hevkariya li ser daxwazên acîl, hevkarîya ji bo hilbijartinan û tifaqa stratejîk, ne alternatîfên hev in, her sê jî pêwîstîyên gelê me ne û divê em bi hev re bikaribin van xebatan bimeşînin.”

“Kerkûk Kurdistan e”

Serokê Giştî yê PWKyê derbarê hilbijartinên herêmî yên li Îraqê û hinek bajarên Başûrê Kurdistanê jî hinek agahdarî da û wiha pê de çû:

“Helbet wekî partiyeke Bakurê Kurdistanê, em rast nabînin ku bibin aliyekî helwest û siyaseta navxweyî ya Başûrê Kurdistanê.

Lê ew der jî beşek e ji welatê me û miletê li wê derê ye û bi xweşî û nexweşiyên xwe tesîrê li me dike. Ji ber vê yekê jî em wî mafî di xwe de dibînin ku hinek  pêşniyarî, gazind, rexne û piştgiriyên xwe yên birayane, xuşkane, pêşkêşî  xuşk û birayên xwe yên Başûrê Kurdistanê bikin.

Mixabin, em nikarin bêjin, encamên hilbijartinên Kerkûkê, Mûsilê û navçeyên din ên ku mijara madeya 140î ne, li gorî dilê me ne, li gorî daxwazên neteweyî, niştimanî ne.

Mixabin dil û hêviyên gelê me yên her çar perçeyên Kurdistanê dişkînin. Bi taybetî, li Kerkûkê diyar dibe ku beşdariya Kurdan ji ya ereban kêmtir bûye û dengên Kurdan jî ji yên Ereb û Tirkmenan kêmtir der çûne.

Ji 2005ê û heta îro di ti hilbijartinan de dengên Kurdan, ji dengên Ereb û Tirkmenan ên giştî kêmtir nebûne.

Ev wêne di eslê xwe de rastiya Kerkûkê nîşan nade. Di referandûma Serxwebûnê ya 25ê Îlona 2017an de, li gel hemû şertên neyênî û astengiyan jî gelê Kerkûkê bi Kurd û Ereb û Tirkmen û Asûriyan bi rêjeyeke gelek mezin beşdarî referandûmê bûn û bi rêjeyeke mezin ji serxwebûnê r egotin ‘erê’.

Rastiya Kerkûkê ew wêneyê ku di referandûmê de derketîyê holê ye. Kerkûk Kurdistan e.

Li Kerkûkê Kurd bi 5 lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinê bûn ev jî bû sebep ku bi deh hezaran dengên Kurdan vala biçin û bû sebebeke esasî ku di Meclîsa Bajarê Kerkûkê de hêjmara Ereb û Tirkmenan ji ya Kurdan zêdetir be.

Li Mûsilê jî mixabin dengên Kurdan li gorî hilbijartinên herêmî yên 2013ê gelekî kêm bûne û ji sedî 31ê daketiye ji sedî 23yan. Ev jî cihê xemê ye.

Bêguman ji van hilbijartinan dê nirxandinên pir alî û berfireh bêne kirin. Lê her tişt alîyekî, ji bo ku di demên pêş de, em rû bi rûyê wêneyên wiha yên nexweş nebin,  em dibêjin rê û helwesta herî rast ew e ku PDK û YNK, ji bo berjewendiyên gelê me, bila wê tifaqa stratejîk a ku rêzdar Kak Mesûd û rêzdar Mam Celal pêk anîbûn, careke din li gorî şertên îro bicih bînîn û bila ev tifaqa bibe bingehê tifaqa hemû partiyên Başûrê Kurdistanê.

Bi vê rêbazê, Kurd dê bikaribin destkeftiyên heyî biparêzin, pêşde bibin, dezgehên dewletbûnê bikin yek û mafên Başûre Kurdistanê li himberî Bexdayê biparêzin, madeya 140î bicih bînin.”

Mustafa Ozçelîk derbarê Rojava û Rojhilatê Kurdistanê de jî agahdarî da û ji bo herdu peçeyan jî daxwaz û bîr û bawerîyên PWKyê yên ji bo pêwîstiya hevkarî û  tifaqên Kurdan anî zimên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst