Qûbad Talebanî: Divê Kurd bibin yek û nehêlin li Kerkûkê zilm were kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, şandeya hikûmetê ya ku ji Hewlêrê çû Bexdayê, li ser mûçeyên karmendan hewla rêkeftineke berfireh dide.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî li ser mûçeyên karmend û malnişînên Herêma Kurdistanê û hilbijartinên Kerkûkê bersiva pirsên rojnamegeran da.

Pirsgirêka mûçeyên karmendan

Talebanî da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyên karmendan şandeyeke Hewlêrê li Bexdayê ye û got:

“Şande ji bo guftûgokirina guhertinên di yasaya budceyê de û rêkeftina li ser çareseriyeke bi temamiya pirsgirêka mûçeyên karmendan dixebite.

Di vê mijarê de êdî bi pîneyan em nagihêjin encamekê. Divê em ji fikarên li ser mûçeyan xilas bibin.”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî anî ziman:

“Divê mafên karmendên me winda nebin. Ji bo winda nebin ji destê me tê em dê bikin.”

Helwesta hikûmetê ya li hemberî êrişên dronan

Qûbad Talebanî Li ser pirsa helwesta hikûmetê ya li hemberî êrişên esmanî yên li Herêma Kurdistanê jî got:

“Em hemû êrişan şermezar dikin, çi li dijî Herêma Kurdistanê be, çi jî li dijî Îraqê. Êrişan wiha çareseriyê nayînin û zêdetir dibin sedema tevlehiyê.

Em bi zelalî ji hemû aliyan re dibêjin ku divê dawî li van bînin. Hevpeymanên me li vir mêvanên me ne.”

Hilbijartinên Kerkûkê

Talebanî bal kişand ser wê yekê ku piştî hilbijartinên encûmenên parêzgeha Kerkûkê divê hemû aliyên Kurdistanî li hev bicivin û got:

“Divê Kurd li hev kom bibin û nehêlin li Kerkûkê zilm were kirin. Gav hatin avêtin û em dê zêdetir gavan jî bavêjin.

Wek YNK ji ber ku dengê herî zêde me wergirtin, mafê me heye ku em parêzgar diyar bikin.”

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê ragihandibû ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê 25ê Sibatê neyên kirin.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî destnîşan kir ku YNK ji bo hilbijartinan amade ye.