Rûbereke mezin a darên Efrînê hat birîn

Hewlêr (Rûdaw) - Rûbereke mezin a darên li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hat birîn.

Piştî ku Efrîn ji aliyê Tirkiye û çekdarên ser bi wê ve hat dagirkirin, ji xeynî guhertina demografiyê darên zeytûn û mêweyan û daristan bê navber tên birîn.

Dîmeneke nû yê Efrînê hatiye belavkirin, tê de diyar dibe ku rûbereke mezin a daran hatiye birîn.

Ew dîmen li derdora gundê Kefer Cenê yê navçeya Şerayê ya Efrînê hatiye girtin.

Kesê ku dîmen girtiye bi xwe Erebekî hawirde ye got, dema Rêveberiya Xweser li vir desthelatdar bû, rê nedihat dayîn yek dar bê birîn.