Karkerên Ozak Tekstîlê bangî markayan kir: ‘Sîparîşên xwe nedin wê kargehê’

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê karkerên Ozak Tekstîlê di 42yemîn roja çalakiya xwe de civîneke çapemeniyê li dar xist.

Karkeran ragihand ku heta daxwazên wan neyên bicihkirin ew dê çalakiya xwe berdewam bikin.

450 karkerên Ozak Tekstîlê ji 27ê Çiriya Paşîna 2023yan ve ji ber ku xwedî li mafê wan dernakeve ji Sendîkaya Oz-Îplîkê îstîfa kirin û xwestin derbasî Sendîkaya BÎRTEK-SENê bibin.

Ji ber îstîfakirina ji sendîkayê ji aliyê xwediyê kar ve gefa kêmkirina meaşê û ji derxistinê ji kar li wan hat xwarin û gelek hevalên wan jî ji kar hatine derxistin.

Piştî wê karkeran li ber deriyê kargeha Ozak Tekstîlê dest bi çalakiya rûniştinê kir û daxwaz dikin sendîkaya wan were guhertin, hevalên wan ên ku ji kar hatine derxistin vegerin ser karê xwe.

Karkeran piştî ku dest bi çalakiya xwe kir bi biryara Parêzgariya Rihayê ji ber deriyê kargehê û Herêma Pîşesaziyê hatin derxistin.

Ew dê li ber dikanên markayan dest bi çalakiyên rûniştinê bikin

Karkerên Ozak Tekstîlê îro li Meydana Rebîayê ya Rihayê civiyan û derbarê daxwazên xwe de daxuyaniyek da.

Karkeran ji markayên cîhanî yên wek Levis ku bi kargeha Ozak Tekstîlê re dixebitin xwest ku helwestekê li dijî wê kargehê nîşan bidin û siparîşên xwe nedin wê kargehê.

Karkeran herwiha ragihand heger ew markayên bi wê tekstîlê re dixebitin li dijî kiryarên Ozak Tekstîlê helwestekê nîşan nedin ew dê li ber dikanên wan markayan dest bi çalakiyên rûniştinê bikin.

Parlementerê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar û nûnerên çend partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl ji bo piştgiriyê dema daxuyaniya karkerên Ozak Tekstîlê li qadê amade bûn.