HSD: Şervanên me du DAIŞî kuştin

07-01-2024
Nîşan HSD DAIŞ Hesekê Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku şervanên wan li Hesekê du DAIŞî kuştine.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê da zanîn ku hêzên wan doh li navçeya Şedadiyê ya parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê operasyonek kiriye.

HSDyê da zanîn ku dê operasyonên wan berdewam bikin û got:

“Hêzên me li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyonên xwe yên li dijî şaneyên DAIŞa terorîst didomînin.”

Dîsa li gorî heman daxuyaniyê, du çekdarên DAIŞê hewl daye li gundê Selceyê yê Şedadiyê êrişî xaleke leşkerî ya HSDyê bikin lê şervanan bersiv daye û her du DAIŞî hatine kuştin.

Di daxuyaniyê da amaje pê hat kirin ku şervanan dest daniye ser çek û amûrên şêr ên bi van DAIŞiyan re.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst