Herêma Kurdistanê: Ji bo tomarkirina çekên bê mohlet lijne amade ne

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ragihand, ji bo nehîştina çekên şer 12 lijne hatine pêkanîn û got, “Yanî divê ew kesên çekên wan ên şer hene, çekên xwe radestî wan lijneyan bikin.”

Encûmena Wezîran planekê datîne ji bo qerebûkirina kesên çekan radest dikin û 40 lijne jî hatine amadekirin ji bo tomarkirina çekên agirîn (demançe, klaşnîkof û yên wek wan). Wan lijneyan jî dest bi karê xwe kirine.

Rêveberê Giştî yê Dîwana Wezareta Navxwe Hêmin Mîranî dibêje, “Di yasa û tedbîran de bi awayekî vekirî diyar e ku qonaxa yekem tomarkirina çekan e, ew hewldaneke bo bidestxistina amarekê ka çend parçe çek li ba civaka Kurdistanê hene. Her welatiyek diçe wan lijneyan çeka xwe tomar dike û dibe malê. Kes çeka wî/ê jê wernagire, lê datayên wê çekê li ba hikûmetê dibin.”

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê roja Sêşemê 27ê Kanûna 2022an, di daxuyaniyekê de daxwaz ji welatiyan kir ku her kesek çeka wî (tenê çekên agirîn, wate demançe û klaşînkof) li mal heye û ne karmendê hêzên ewlekariyê ye, piştî betlaneya serê sale di zûtirîn dem de serdana binkeyan bikin ji bo tomarkirina çeka xwe.

Li parêzgeha Hewlêrê heşt bingeh ji bo tomarkirina çekên bê mohlet hatine diyarkirin, li Silêmaniyê 11 bingeh, Duhok 7 bingeh, Helebce 4, Îdareya Germiyan û Raperînê jî her yek sê bingeh bo wan hatine diyarkirin, li Îdareya Serbixwe ya Soranê jî çar bingeh û Zaxo du bingeh ji bo tomarkirina çekên bê mohlet hatine diyarkirin.