Silêmanî: Ciwanek di kafeyekê de hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Li kafeyeke nêzîkî Pira Xesrewxal a Silêmaniyê ciwanek hat kuştin, piştî bûyerê Hêza Asayîşê di daxuyaniyekê de ragihand, 2 demjimêran piştî bûyerê “kujer” desteser kirine û “bûyer ji ber mijareke civakî bûye.”

Asayîşa Silêmaniyê roja Înê 6ê Çileya 2023an daxuyaniyek belav kir û ragihand, di demjimêr 19:30an de, ciwanê bi navê (R. K. A.) yê ku li kafeyeke nêzîkî pira Xesrewxal a li Cadeya Salim karmend bûye ji aliyê kesekî ve hatiye gulebarankirin û di cih de canê xwe ji dest daye.

Asayîşê her wiha diyar kir ku lêkolîneke berfireh derbarê bûyerê de hatiye destpêkirin û kujer reviyaye derveyî Silêmaniyê û got, “Hêzên me bi alîkariya Asayîşa Germiyanê karibûn kêmtirî 2 demjimêran tometbar desteser bikin û radestî dadgehê bikin. ”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku li gorî lêkolînên destpêkê, bûyer ji ber pirsgirêkên civakî rû daye.

Li gor zanyariyên Rûdawê, ew tohmetbar li Banî Xêlan a Derbendîxanê hatiye girtin.