Rewşa jiyanî li taxên Kurdan ên Helebê xirabtir bûye

07-01-2023
Hisên Omer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rewşa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, her du taxên Kurdnişîn li Helebê hîn jî baş nebûye, her ku çûye xerabtir bûye, hikûmeta Sûriyê dorpêça xwe dijwartir kiriye û tu hal di xelkê de nemaye, derman peyda nabe, zarok nexweş ketine, di nava heftiyekê de, 2 zarokên 4 salî û 17 rojî, jiyana xwe li Şêx Meqsûd ji dest dane.

Du jinên Kurd ku xelkê taxa Şêx Meqsûd in, ji Rûdawê re derbarê rewşa nişteciyên herdu taxên kurdinişîn û koçberên Şehbayê de axivîn û behsa nexweşiya jiyana xwe dikin.

Rêkarên tund ên hêzên hikûmeta Sûriyê li hawîrdorê herdu taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd ên kurdnişîn li bajarê Helebê, rewşa mirovî li nav her du taxan pir xerab kiriye. Keresteyên sereke, bi taybet jî sûtemenî, derman û şîrê zarokan pir kêm bûne.

Hevwelatiyeke Kurd ku nişteciyê taxa Şêx Meqsûd e û beşek ji malbata wê li navçeya Şehba ye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Hevwelatî Fatîme dibêje: “Em li Şêx Meqsûdê ne, ev dopêç li ser me çêkirine zarok ji birça dimirin. Êdi bes e bila vê dorpêçê li ser me rakin. Hemû xelkê Efrînê koçber bûn û di rewşeke gelek dijwar de dijîn û çadirên wan wêran bûne. Gelek sermaya heye, lê mazot nîne.”

Dorpêça hikûmeta Sûriyê bandor li jiyana zarokan û pêdawîstiyên bizîşkî kiriye. Di nava heftiyekê de, 2 zarok, 4 salî û 17 rojê jiyana xwe li Şêx Meqsûd ji dest dabûn. Li gorî çavkaniyên xwecihî, wan bi sedema sermayê û tunebûna pêdawîstiyên bizîşkî jiyana xwe jidest dabûn.

Her ji nav taxa Şêx Meqsûd, jineke din a Kurd behsa rewşa xerab a nişteciyan kir.

Hevwelatî Heyat jî got: “Em li taxa Şêx Meqsûd a Helenê dijîn, ve heyameke dirêj e dorpêç li ser me heye û kelûpel derbasî taxa me nabin. Şîrê bo zarok nîne, mazot nîne û gelek zarok jiyana xwe ji dest didin.”

Ji çend mehan ve hêzên hikûmeta Sûriyê her du taxên kurdnişîn dorpêç kirin. Çavkaniyên ku ji nav her du taxan ji Rûdawê re axivîn û ji bo sedemên ewlehiyê nexwestin nasnameya wan were aşkerekirin, tekez kir ku piştî hevdîtinên aşkere yên berpirsên Tirkiyê û Sûriyê, hêzên hikûmetê rêkarên dorpêçê tundtir kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst