Şirnex: Derketina petrolê nirxê zeviyan sê qat zêde kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Qadên lêgerîna petrolê li quntara Çiyayê Gabarê ya Şirnex a Bakurê Kurdistanê hatin danîn û wêstgeheke berhemanîna petrolê jî li gundê Dara yê wê parêzgehê ku 51 kîlometre ji navenda bajar dûr e heye. Niha li 5 bîrên gund rojane derdora 6 hezar bermîl petrol tê berhemanîn. Ev yek jî di nav xelkê gund de bûye cihê kêfxweşiyê, ji ber ku bi dîtina petrolê nirxê zeviyên wan sê qat biha bûne.

Mixtarê Gund Hakan Vural got, “Nirxê zeviyên me qat bi qat zêde bûne. Bo mînak donima wê bi 10 hezar lîreyên Tirkî bûya niha donima wê gihîştiye 30 hezar lîreyan. Gelek kêfa xelkê gund bi vê tê.”

Rojane tank ji vê wêstegehê, petrolê vediguhezin. Ev kar ji bo hejmareke welatiyan bûye deriyeke dahatê. Xelkê gund hêvî dikin ku bi dîtina petrolê bo ciwanên wan jî derfetên kar bên dabînkirin.

Welatî Şahiye Edis anî ziman, “Em gelek kêfxweş in ku li gundê me petrol derketiye. Hêvîdar im em sûdekê jê bibînin. Li şûna ku zarokên me biçin Manîsayê înşallah li vir ji xwe re kar bibînin.”

Welatiyê bi navê Nurullah Tanrıverdi got, “Em naxwazin ciwanên me biçin Manîsa an jî cihekî li rojava, em dixwazin li vê derê kar bikin. Em ji dewletê dixwazin ji wan re qadekî karkirinê li vê derê vekin.”

Li gor Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyê yedeka petrola ku li Şirnexê hatiye dîtin 150 milyon bermîl in. Bihayê wê jî  12 milyar dolarên Amerîkî ye.  Di roja dawî ya sala 2022an de 7 hezar û 714 varîl petrol li bîrên Şirnexê hatine berhemanîn. Bi vê jî Şirnex bûye yekem parêzgeh di berhemanîna petrolê de.

Niha li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hezar û 200 bîrên petrolê hene. Di roja dawî ya sala 2022an bi giştî ji wan bîran 66 hezar û 639 bermîl petrol hatine berhemanîn. Berpirsên Tirkiyê armanc dikin ku berhemanînê petrola îsal bigihînin rojane 100 hezar bermîlan. Ji bo gihîştina wê armancê jî Şirnexê weke navenda herî girîng dibînin.