Erebên hawirde nêzîkbûna Tirkiyê û Sûriyê şermezar kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li dijî hewlên lihevhatinê yên Hikûmeta Tirkiyê bi Hikûmeta Sûriyê re di serî de li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê li 22 bajar û bajarokên di bin kontrola Opozîsyona Sûriyê de Erebên hawirde xwepêşandan kirin.

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê bi sedan welatî ku piraniya wan Erebên hawirde bûn, li meydanên bajarên Efrîn, Mabate, Cindirês û Racoyê derketin kolanan û hewlên lihevhatina Tirkiyê ya bi Hikûmeta Sûriyê re şermezar kirin.

Li navçeyên Mertala Feratê jî xwepêşandanên berfireh birêve çûn, li bajarên Bab, Cerablûs û Qebasînê jî xwepêşandan birêve çûn.

Li parêzgeha Idlibê jî li gelek bajar û bajarokan xwepêşanên berfireh birêve çûn. Xwepêşanderek dibêje ku ew aştiyê li gel rejîma Sûriyê pêk nayînin û ji Rûsya û Sûriyê û Tirkiyê re dibêje ku ew li meydanê ne, ew xwediyê dozê û biryarê ne.

Xwepêşandan li bakurê Sûriyê piştî civîna sê alî ya 28ê Kanûna 2022an berfirehtir bûn.

Civîna sêalî

Wezîrê Berevaniyê ya Tirkiyê Hulusî Akar, Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan, Wezîrê Berevaniyê ya Rûsyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Berevaniyê ya Sûriyê Elî Mehmûd Ebas û Serokê Îstixbarata Sûriyê Elî Memlûk roja 28ê Berfanbara 2022an li paytexta Rûsyayê, Moskowê hevdîtinek pêk anîbûn.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, di civînê de krîza Sûriyê, pirsgirêka penaberan û xebatên hevbeş ên ji bo şerê bi hemû rêxistinên li Sûriyê re hatine gotûbêjkirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî gotibû dibe ku duyemîn civîna sêalî di nîvê meha Çile de pêk were.