Pêşabûr-Sêmalka ji bo qaçaxçiyan bûye deriyê derfetê

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber girtina deriyên di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de derfefetek ji qaçaxçiyan re çêkiriye ku xelkê bi qaçaxî derbasî Herêma Kurdistanê bikin. Di çar rojên dawî de 104 kes bi qaçaxî ji Roaj derbasî Herêma Kurdistanê bûn.

Di nav 4 rojan de, sêyem karwanê koçbera ku bi qaçaxî derbasî Herêma Kurdistanê bûn. 36 kes ji deverên cuda yên Rojavayê Kurdistanê berê xwe dane Herêma Kurdistanê.

Penabera bi navê Hedlaku 7 meh e xwestiya kurê mamê xwe ye, ji bo jiyana hevjîniyê li kampa Erbed li gel pismamê xwe pêkbîne, ji ber girtina dergehê Sêmalka ew neçar bû bi qaçaxî ji Kobanî derbasî Herêma Kurdistanê bibe.

Mihemed Hesen Bêce xezûrê Hedla dibêje “Ji ber girtina deriyê Pêşabûr - Sêmalka, ez neçar bûm ku ez û bûka xwe bi hezar û 500 dolaran bînim.”

Piraniya kesên ku derbas dibin, ciwanin. Eve saleke Ronî yê 22 salî keça mamê xwe xwestiye lê bi gotina wî rewşa aborî rêgir bû li ber anîna wê, lewma ji bo dîtina kar ew neçar bû ku bi hezar û 100 dolaran derbasî Herêma Kurdistanê bibe.

Penaber Ronî Can Bekir Îsa got “Kar li Rojavayê Kurdistanê hem kêm e û hem erzan e. Ez bi xwe dartaş im û roja min bi 10 hezar lêreyên Sûrî bû, lê têrî me nedikir ji ber ku kelûpel buhan e.”

Çîroka hatina van herdu ciwanan cuda ye. Tenê 3 meh e ku Ebdo û Aya zewac kirine. Bi gotina wan şerê bajarokê wan Til Temir û rewşa abirî ew neçar kirin ku riya qaçaxiyê helbijêrin ku her yek bi 300 dolaran hatiye.

Penaber Ebdo Ehmed Elî diyar kir “Rojane li devera me şer heye, rojna em li malê bûn û rojne din em li cem cîranan bûn. Av tuneye û nan nayê xwarin her hemû kevne lewma me berê xwe da Herêma Kurdistanê belko em kare kî bikin.”

Berî niha jî 53 kes li aliyekî û 15 li aliyekê din her bi qaçaxî derbasî Herêma Kurrdistanê, piraniya wan xelkê Serê Kaniyê, Kobanê û Qamişlo ne.

Ji dema girtina dergehê Pêşabûr-Sêmalka û ta niha 104 ji xelkê Rojavayê kurdistanê bi qaçaxî derbasî Herêma Kurdistanê bûne. Tenê li Kampa Berdereşê 67 koçber ji Rojavayê Kurdistanê derbasî Başûrê Kurdistanêbûne. Li gorî koçber dibêjin wan di navbera 200 heta hezar û 500 dolar pere dane qaçaxçiyan.