TAYBET - Beşîkçî: Hilbijartîna dersa Kurdî dê derfetên mezin ava bike

07-01-2022
RÛDAW
Nivîskar û Sosyolêgê dostê Kurdan Îsmaîl Beşîkçî
Nivîskar û Sosyolêgê dostê Kurdan Îsmaîl Beşîkçî
Nîşan Îsmaîl Beşîkçî Kurd Kurdî Dersa Kurdî Dersa Bijarte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û Sosyolêgê dostê Kurdan Îsmaîl Beşîkçî li ser girîngiya hilbijartina dersa Kurdî ji aliyê malbatên Kurd ve peyamek belav kir û got: “Handana malbatên Kurd ya zarokên xwe bo dersa hilbijartî ya Kurdî pêngaveke gelek girîng e. Ev yek dê ji bo pêşketina Kurdî, derfetên mezin ava bike”

Li tevahiya dibistanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo sala 2022-2023an proseya dersen bijarte yên Kurdî roja 3ê Çile destpê kir û dê heta 21ê Çile berdewam be.

Proseya hilbijartina dersa Kurdî

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê rêziknameya dersen bijarte ji hemû parêzgeriyan re şand ku xwendekarên dibistanên navîn yên pola 5-6-7-8an bi serlêdanê dê bikarin weke dersên bijarte Kurmancî û Zazakî hilbijêrin. Lê piraniya malbatên Kurd dersa Kurdî bo zarokên xwe nahilbijêrin.

Nivîskar û Sosyolêgê dostê Kurdan Îsmaîl Beşîkçî ji bo balkişandina li ser rewşa zimanê Kurdî û hilbijartina wê dersê ji aliyê zarokên Kurd ve bi rêya Rûdawê peyamek belav kir û ji malbatên Kurd daxwaz kir ku zarokên xwe bo hilbijartina dersa Kurdî han bidin.

 

 

`Ev pêngaveke gelek girîng e`

Nivîskar û Sosyolog Îsmaîl Beşîkçî, dibêje, “Handana malbatên Kurd ya zarokên xwe bo dersa hilbijartî ya Kurdî pêngaveke gelek girîng e. Ev yek dê ji bo pêşketina Kurdî, derfetên mezin ava bike.”

Beşîkçî tekez dike ku hilbijartina dersa Kurdî dê derfetên mezin bo pêşketina zimanê Kurdî ava bike.

 

 

Dostê Kurdan Îsmaîl Beşîkçî

Îsmaîl Beşîkçî bi lêkolîn û nivîsên xwe yên li ser Kurdan tê naskirin. Wî bi bîr û ramanên xwe bandoreke mezin li ser tevgera Kurdî kiriye. Ji ber xebatên xwe yên li ser Kurd û Kurdistanê bi tevahî 100 sal cezayên girtîgehê û 10 milyon lîre cezayê pere bo hatiye dayîn û 16 salan di girtîgehê de maye.

Beşîkçî di sala 1999ê de bi guhertina hinek yasayên bi efûyekê ji girtîhgehê derket. 36 pirtûkên wî hene û 23 heb ji wan hatine qedexekirin. Îsmaîl Beşîkçî di nav Kurdan de gelek tê hezkirin û li cem Kurdan nirxek hêja ye. Beşîkçî çendîn caran serdana Herêma Kurdistanê kiriye û niha peykerê wî li Zanîngeha Dihokê hatiye çêkirin.

Li aliyê din îro li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî bi boneya salvegera damezrandina weqfê, bi beşdariya Mamoste Beşîkçî bernameyek hat sazkirin. Dostê Kurdan Îsmaîl Beşîkçî di wê bernameyê de gotarek pêşkêş kir.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst