Nîqaşeke balkêş a du hemwelatiyan li ser xwendina bi zimanê Kurdî!
Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê serlêdana ji bo dersên bijarde yên Kurmancî û Zazakî berdewam e û xelkê Kurd jî derbarê xwendina bi zimanê Kurdî xwedî nêrînên ciyawaz in. Lêbelê nîqaşa du hemwelatiyên Kurd ji hemûyê ciyawaztir bû.
Hemwelatiyên Êliha Bakurê Kurdistanê derbarê xwendina bi zimanê Kurdî de ji Rûdawê re nêrînên xwe derbirîn. Beşek ji hemwelatiyan xwendina bi zimanê Kurdî girîng û pêwîst dibînin û beşek ji ne li gel xwendina bi zimanê Kurdî ne.
Lêbelê ji hemûyê balkêştir nîqaş û diyaloga du hemwelatiyên temenmezin bû li ser vê mijarê. Yek ji hemwelatiyan ji peyamnêrê Rûdawê re dibêje, ew naxwaze xwendina bi zimanê Kurdî hebe û weke sedem jî dibêje “Çima em xwe lawaz bikin, çima em bibin êxsîrê dewletên biyanî, dewletên ne misilman, çima em yekgirtina xwe bihêz nekin. Lewma ez naxwazim.”
Hemwelatiyek din jî bersiva wî dide û dibêje, “Tu çawa ayetên Xwedî înkar dikî, tu ji Xwedê baştir dizanî, Xwedê (Kurdî) daye. Xwedê reng û zimanê her kesî cuda cuda çê kirine ji bo ku em hev nas bikin. Divê hurmeta me ji reng û zimanê me re hebe, Îslamiyet vê ji me dixwaze. Ne ku me xwe înkar bikin. Ziman nasname ye, rûmet û şerefa mirov e. Ew kesên naxwazin rûmet bi wan re tune ye.”
Nêrîna welatiyên Bakurê Kurdistanê li ser xwendina bi zimanê Kurdî çi ye? Çima girîng e ku zarokên wan bi Kurdî bixwînin? Hemwelatiyan bersiva van pirsan dan;
Hemwelatiyek dibêje, “Bila xelkê Kurd fêrî zimanê xwe bibin, niha dema ez bi zimanê xwe diaxivim, ez zehmetiyê dibînim û nîvî bi Tirkî û nîvî bi Kurdî dipeyivim. Ev yek neheqî ye.”
Hemwelatiyek din jî dibêje, “Em dixwazin xwendina bi zimanê Kurdî hebe, hemû zimanên cîhanê hene çima zimanê Kurdî tune be. Bila di perwerdê de dersa Kurdî bidin zarokên me jî. Ev mafê her kesî ye.”
Dayikek dibêje, “Em dixwazin û em li malê jî wan dielimînin. Lê li dibistanê ew ders jî tune ye.”
Dayikeke din dibêje, “Dema neviyên min bi min re bi Tirkî diaixivin, ez ji wan dixeyidim, ez dibêjim, `zimanê me Kurmancî ye, Tirkî qedexe ye ji we re`.”
Hemwelatiyek din dibêje, “Sê zarokên min hene, li malê jî her tim mijara me li ser Kurdî ye, lê gelek dikevin astengiyê, diçin dibistanên Tirkan dikevin astengiyên, dibêjin, `mamoste dibêjin bi Kurdî neaxivin`. Lê em tişta wiha naxwazin em dixwazin fêrî Kurdî bibin.”
Hemwelatiyek jî derbarê dersa Kurdî de dibêje, “ew hema li ser kaxizê dimîne, tu binivîsî jî, tiştek wisa tune ye.”