Amerîkayê 93 wesayîtên serbazî pêşkêşî Hêzên Pêşmerge kirin

07-01-2021
Hadî Selîmî
Wêne: Bilind Tahîr
Wêne: Bilind Tahîr
Nîşan Wezareta Pêşmerge Pêşmerge Amerîka Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîkayê di çarçova hêzên Hevpeymaniya Dijî DAIŞê de li Iraq û Herêma Kurdistanê 93 otomobîlên serbazî pêşkêşî hêzên Pêşmerge kir.

Ew otomobîlên serbazî ji Hummer, ambulans, wesayîtên gullenebir û barhilgiran pêk tên. Beşa alîkariya bo Pêşmerge hatiye kirin bi giştî 12 milyon û 500 hezar dolar e.

Fermandarê Navenda Hevbeş a Hevpeymaniya Navdewletî li Herêma Kurdistanê dibêje, “Ji bo rûbirûbûna DAIŞê em van pêşkêşî Pêşmerge dikin, ji bo herdu corên operasyonên êrişkirin û berevanîkirinê. Herwiha em dê berdewam bin li ser hevkariya pizîşkî ji bo Pêşmerge.”

Ew fermandar aşkere jî dike, “Ji bo sala 2021an armanca me ew e ku alîkariyan zêdetir bikin ku 12 pakecên din ên hevkariyê dê hebin bo Pêşmerge.”

Ew wesayîtên serbazî bi amadebûna berpirsên Wezareta Pêşmerge hatin dabeşkirin. Di meha kanûna yekem a sala 2020an de 40 otomobîlên serbazî ji aliyê hêzên Hevpeymanan ve pêşkêşî Pêşmerge hatin kirin.

Şêrzad Eshed, Serokê Komîteya Wergirtina Alîkariyên Hevpeymanan li Wezareta Pêşmerge dibêje, “Hevpeymanî li ser alîkariyan berdewam e û ew hevkarî jî ji bo dabînkirina kêmasiyên di warên serbazî, pizişkî û warên din de.”

Di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ji destpêka şerê dijî DAIŞê ve, ji 14 lîwayên yekgirtî yên Pêşmerge, Amerîkayê 4 lîwa pirçek kirine.

Ji sala 2015an ve Amerîkayê 850 milyon dolar bo mûçeyên Wezareta Pêşmerge pêşkêş kirine.

Biryar e ji budceya sala 2021an Amerîka zêdetir ji 165 milyon dolar alîkariya tendirustî, sûtemenî, xorak û alîkariyên din pêşkêşî hêzên Pêşmrge bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst