Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî tekez dike, zarokên ku dersa Kurdî hildibijêrin hişmendî û hestên wan yên kurdayetiyê zêdetir dibin û dibêje, “Divê saziyên ziman bibin yek û divê kampanya bê destpêkirin, bi milyonan îmze bên komkirin ji bo zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî.”
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî beşdarî bultena demjimêr 15.00 a Rûdaw TVyê bû ku taybet e bi Bakurê Kurdistanê û behsa rewşa zimanê Kurdî û helwest û xemsariya li hember ziman kir.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her çiqas bi milyonan xwendevanên Kurd ji mafê xwendina bi Kurdî bêpar bin jî, lê ev heyamek e li dibistanên dewletê zimanê Kurdî (Kurmancî-Zazakî) wek derseke bijarde tê dayîn lê ev ders rastî pêşwaziyek germ nehatiye ji aliyê Kurdan ve û Şerefxan Cizîrî li ser sedema vê helwestê jî amaje bi wê dike ku pirsa zimanê Kurdî destpêkê weke mijarek siyasî hat dîtin û got, “Partiya sereke li hemberî vî mafî hinek xemsar bû, zêde piştgirî nedikirin û nehiştin mirov bi hişmendî vî mafî hilbijêrin.”
Şerefxan Cizîrî dibêje, bi avabûna Platforma Zimanê Kurdî di sala 2018an de “pirsa ziman ket rojevê” û rexneyan li helwesta partiyên siyasî digire ku bi gotina wî xwe li derveyî sîwana platforma ziman hiştine.
Şerefxan Cizîrî ku bi salan e xebat û çalakiyan ji bo zimanê Kurdî birêve dibe, dibêje, ew her sal hişyariyê didin dayik û bavan ji bo ku dersa Kurdi hilbijêrin û tekez dike, “ev hişmendi di serî de dikeve ser milên partiyên siyasî paşê dikeve ser milên ser rêxistin, platform, komeleyên ziman, komeleyên rewşenbîrî û televizyonan ku divê giringiya zimanê Kurdî têxin rojeva Kurdan.”
Cizîrî aşkere jî kir ku nêzikî 500-1000 kesî bawernameya mamostetîyê ji Zanîngeha Mêrdinê wergirine “lê weke mamoste nayên tayînkirin. Dewlet gelek caran astengan li pêşiya vî karî derdixe.”
Derbarê helwesta wan saziyên sivîl ên li ser perwerdê jî Cizîrî dibêje, “Egitim-Birsen nêzikî hikûmetê ye dema behsa zimanê Kurdî tê kirin, dibêjinn zimanê xwe û dînê xwe hilbijêrin, ji xwe zarok dersên dînî dibînin. Li aliyê din Egitim-Sen jî zêde girîngî neda dersa bijarde. Şaşiyek heye û divê ev şaşî bê rastkirin û mafê ziman gav bi gav bidest bixin.”
Li ser girîngiya dersa zimanê Kurdî jî Şerefxan Cizîrî tekez dike, zarokên ku dersa Kurdî hildibijêrin hişmendî û hestên wan yên kurdayetiyê zêdetir dibin û got, “eger mirov bixwaze hişmendiya netewî bilind bike, netewayetî, fikrên netewî, helwestên netewî belav bibe, divê mirov pêşî bi ziman destpê bike.”
Di dewama gotinên xwe de Cizîrî dibêje, divê Kurd wek nirxek netewî nêzikî zimanê xwe bibin û “Divê saziyên ziman bibin yek û divê kampanya bê destpêkirin, bi milyonan îmze bên komkirin ji bo zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse