Rûyê Kurdî yê Efrînê reş dikin û dikin bajarekî Erebî
Hewlêr (Rûdaw) - Di nava 2 rojan de, bi sedan malbatên Ereb ji parêzgeha Idlibê gihane herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê û li wir hatine bicîkirin.
Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, di nav 2 rojên bihorî de, 300 malbatên Erebên derve li nahiyeya Bilbilê hatine niştecîkirin. Ew malbat li gundên Ebûdan, Şêxurz, Heftar, Sehrîncek, Diraqliya, Bêxçe, Elî Karo û Hiyama hatine niştecîkirin
Herwiha 250 malbatên Ereb li nahiyeya Mabata û 50 malbat jî li nahiyeya Şerra û li nahiyeya Cindirêsê jî bi dehan malbatên Ereb hatine niştecîkirin.
Li gundê Kefersefrê, ser bi Cindirêsê, çekdarên grûpa Semerqend Erebên hawirde bi darê zorê di nav 8 malbatên gundî de bi cî kirine.
Karwanên Koçberên parêzgeha Idlibê pêl bi pêl digihin bajarok û bajarên herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê. Li gundê Kefer Sefrê yê ser bi Cindirêsê ve, bi dehan malbatên Ereb bi darê zorê di nav malên Kurdan de hatine niştecîkirine.
Li gor çavkaniyên ku ji nav herêma Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivîne, eger ev pêlên bicihkirina Ereban li Efrînê berdewam bin, di nava çend mehan de, dê rêjeya Ereban 100% li Efrînê zêde bibe û êdî rêjeya Kurdan dê dakeve derdora 15% ji nişteciyên wê herêma Kurdî ya resen, ku rêjeya Kurdan lê di ser 95% re bû.
Li gundê Kefersefrê, çekdarên Lîwaya Semerqend çend malbatên Ereb bi darê zorê di nav 8 malbatên Kurd de niştecî kirine.
Çavkaniyên ji nav herêma Efrînê ji Rûdawê re diyar dikin ku rojane derdora 300 heta 400 malbatên Ereb derbasî nav herêma Efrînê dibin.
Heman çavkanî tekez dikin ku ji ber ku malên vala li herêmê nemane, çekdarên grûpên girêdayî Tirkiyê malbatên Kurd ên herêmê neçar dikin ku malbatên Ereb di nav malbatên xwe de bihewînin.