ROJHILAT - 320 karkerên kana zêr a Axdere hatin derxistin

Hewlêr (Rûdaw) - 320 karkerên kaneke zêr li bajarê Tikabê yê Rojhilatê Kurdistanê ji kar hatin avêtin, ku piraniya wan Kurd in.

 

Li gor nûçeya ajansa dewletî ya Kar a Îranê ILNA, bi hatina demsala zivistanê, rêveberiya kana zêr a Axdere li bajarê Tikabê yê ser bi parêzgeha Urmiyê ve, 320 karkerên wê kana zêr agehdar kirine ku êdî vegerin malên xwe û girêbesta wan nû nekiriye.

 

Bi giştî 530 kes di wê kana zêr de kar dikin, ku piraniya wan Kurd in, û beşek biçûk ji wan karkeran Azerî ne.

 

Karkerên wê kana zêr gotine, ku rêveberiya kanê her sal di demsala zivistanê de bi hinceta ku di sermayê de îmkana karkirinê nîne, karkerên demkî ji kar dike derê.

 

Li gor zanyariyan, karkerên ku li kana zêr a Axdere ya Tikabê ji kar hatine dûrxistin, di navbera yek heta deh salan de ye ku li wê kanê mijûlî kar in.