Çend jîngehparêz û çalakvanê Rojhilatê Kurdistanê hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmareke din ji jîngehparêz û çalakvanên sivîl ên bajarê Kamyaran ê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatin desteserkirin.

 

Roja Yekşembiyê li nav bajarê Kamyaran ê ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ve jîngehparêz û fermanberê Fermangeha Parastina Jîngehê, Armanc Qurbanî û çalakvanê sivîl ê bajêr, Bextiyar Kemanger ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatin desteserkirin.

 

Roja Şemiyê jî çalakvanê siyasî yê bi navê Husên Kemanger û çalakvanê jîngehparêzî Reşîd Mutezzirî ji aliyê hêzên Îtlaata Îranê ve hatibûn girtin.

 

Her wê rojê hêzên Îtlaatê, Ofîsa Liqa Kurdistanê ya Partiya Wehdetî Millî ya li bajarê Kamyaran girtibûn.

 

Berî wan jî, 4 jîngehparêzên xelkê Kamyaranê yên bi navên Fazil Qeytasî, Riza Esedî, Hadî Kemanger û Îsa Feyziyan ji aliyê hêzên Îtlaata Îranê ve hatibûn girtin. Herwiha çalakvanê siyasî yê xelkê Kamyaran û sekreterê liqa parêzgeha Sine ya Pariya Wehdetî Millî Ferhad Mihemedî jî hatibû desteserkirin.


Liqa Partiya Wehdetî Millî Nîsana sala 2016ê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hat vekirin û piştre ofîsên xwe li bajarên din jî vekirin. Wê partiyê mohleta fermî ji Wezareta Navxwe ya Îranê wergirtiye.