Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê karmendekî Daîreya Bacê li mala xwe mirî hat dîtin.
Li gorî zanyariyan îro malbat û xizmên Eyup Sabrî Bîlenê 61 salî ku di Daîreya Bacê ya Qoserê de karmend e agahî jê wernegirtin û tîmên tenduristiyê ji rewş agahdar kir.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn mala Bîlen û li malê termê wî dît.
Li gorî pişkinînên destpêkê hat zanîn ku Eyup Sabrî Bîlen ji ber krîza dil miriye lê tîman termê wî ji bo ku sedema teqez a mirina wî were zanîn bir otopsiyê.
Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêkolînan kirin.
Li aliyê din, hat zanîn ku Bîlen 38 sal in li Daîreya Bacê ya Qoserê karmend e û hevjîn û 4 zarokên xwe ji bo bêhnvedanê şandibûn bajarê xwe Rihayê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse