Li Barzanê pilingek hat dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkî gundê Hostanê yê devera Barzanê ya Hewlêrê pilingekekî ku bi qasî hezar hebî maye hat dîtin.
Jîngehparêzê Barzanê ji Rûdawê re ragihand ku ew piling li nêzîkî gundan hatiye dîtin û welatiyekî ji gundê Hostanê vîdeoyê wî girtiye.
Berpirsê Fermandariya Parastina Jîngeha Barzanê Hesen Halî ji Rûdawê re da zanîn ku berê jî li wê deverê piling hatibûn dîtin lê ev cara yekem e ku ji nêzîk ve tên dîtin û vîdeo tê girtin.
Hesen Halî diyar kir ku ew dê ji bo parastinê piling cihê wî eşkere nekin.
Hesen Halî destnîşan kir ku wekî çawa jîngeh û ajelên din ên li herêmê tên parastin dê ji bo parastina wî piling jî her tiştî bikin.
Navê zanistî yê piling Panthera Pardus Tulliana ye û hejmara wan nêzîkî 800-1000î ye.
Piling di navbera 10-20 salî de ye û leza wê di saetê de bi qasî 58 kîlometreyan e.
Giraniya wê bi qasî 60 kîlograman û bi qasî 158 santîmetreyan jî dirêj e.
Ew cureyê piling yek ji cureyên herî mezin ê cîhanê ye.