Hewlêr (Rûdaw) – Serokê berê yê Baroya Amedê Nahît Eren got, “Di doza Narînê de ji 4 kesan re cezayê heta hetayê hat xwestin.”
Di doza Narîn Guranê de dozger bi tohmeta “hevkariya di kuştina zarokan de” ji bo 4 kesan, dayîk Yuksel, bira Enes Guran, ap Salîm Guran û Nevzat Bahtiyar cezayê heta hetayê xwest.
Rûniştina doza kuştina Narîn Guranê dê 26ê mehê were kirin.
Serokê berê yê Baroya Amedê Nahît Eren îro li ser hesabê xwe yê Xê derbarê doza Narîn Guranê de peyamek belav kir û ragihand ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê îdianameya xwe pêşkeş kiriye.
Nahît Eren di peyama xwe de da zanîn ku di dozê de li gorî îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye amadekirin ji bo tohmetbarên girtî, apê Narînê Salîm Guran, dayîka wê Yuksel, birayê wê Enes û cîranê wan Nevzat Bahtiyar cezayê heta hetayê hatiye xwestin.
Eren amaje bi wê yekê da ku ew dê roja rûniştinê li salona dadgehê amade be.
Rûniştina yekem a doza kuştina Narîn Guranê 7ê Çiriya Paşîn hatibû kirin û dê 26ê vê mehê jî berdewam bike ku tê çaverêkirin biryar were dayîn.
Cumhuriyet Savcısı, Diyarbakır 8. Ağır Ceza Mahkemesinde görülmekte olan NARİN dosyasına, esas hakkındaki mütalaasını bugün itibariyle sunmuştur.
— Nahit Eren (@av_nahiteren) December 6, 2024
Savcılık esas hakkındaki mütalaasında 4 sanık hakkında iştiraken kasten öldürme suçundan Ağırlaştırılmış Müebbet Hapis Cezası ile…
Narîn Gurana 8 salî, 21ê Tebaxê li gundê Çilûyê yê Amedê “winda” bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê nêzîkî gund de hatibû dîtin.
Ji wê demê ve Serdozgeriya Komarê ya Amedê li ser bûyerê lêpirsînek dabû destpêkirin.
Di encama lêpirsînê de dayîka Narînê, bira û apê wê jî di nav de 11 kes hatin girtin û gelek kes jî hatin desteserkirin.
Li gorî rapora tiba edlî, Narîn Guran hatiye xeniqandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse