Salih Muslim li ser Tehrîr El Şamê axivî: ‘Em amade ne’

Hewlêr (Rûdaw) - Salih Muslim diyar kir ku nêrîna wî ya li ser Tehrîr El Şamê erênî ye û got, “Em amade ne ji bo aştî û jiyana hevpar bi Tehrîr El Şamê re diyalogê bikin.”

Endamê Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji televîzyona Al Arabiyayê re axivî.

Salih Muslim diyar kir, “Pêvajoyeke avaker dikare paşeroja Sûriyeyê diyar bike” û got ku ew amade bi Tehrîr El Şamê re diyagolê deynin.

“Em amade ne”

Muslim amaje pê kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bo paşeroja Sûriyeyê û başiya gel amade ne ku beşdarî her cure diyalogên erênî bibin û got:

“Eger aliyê din destê xwe dirêj bike ez bawer dikim ku diyalog pêkan e.

Em amade ne bi hemû ferd û tevgeran re muzakerayan bikin ku dikarin bi îradeya azad a Sûriyeyê biryaran bistînin.”

“Nêrîna min a li ser Tehrîr El Şamê erênî ye”

Salih Muslim anî zimên ku Tehrîr El Şam ji Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ya ku Tirkiye piştgiriyê didiyê nêzîktirî lihevhatinê ye û got:

“Nêrîna min a li ser Tehrîr El Şamê erênî ye. Li gorî Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê bi disiplîntir in û nêzîktirî lihevkirinê ne.

Ew jî ji Sûriyeyê ne. Divê piştgiriyê bidin pirrengiya li Sûriyeyê.

Em ji bo avakirina jiyana bihevre ya li Sûriyeyê amade ne ku bi Tehrîr El Şamê diyalogê bikin.”

Muslim ragihand ku aştiya li Sûriyeyê tenê bi rêzgirtina li hev û têgihiştina hevpar mumkin e û bal kişand ser girîngiya diyalogê.

Çi bûbû?

Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin û wan 30ê Çiriya Paşîn navenda Helebê bi dest xist.

Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn jî navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola wan.

Tehrîr El Şamê herî dawî jî doh (5ê Kanûna Pêşîn) bajarê Hemayê kontrol kir.

Heyeta Tehrîr El Şamê (HTS) ragihand ku wan bajarê Telbîseyê yê Humsê jî kontrol kiriye.

Tehrîr El Şamê piştî van rûdanan berê xwe da Humsê û li navenda bajêr jî êriş û pevçûnan dest pê kir.