Fermandarekî HSDyê li Dêrezorê canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Endamekî Encûmena Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk li rojhelatê Dêrezorê di êrişekê de canê xwe ji dest da.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

HSDyê ragihand ku fermandarê wan Şêrwan Hesen ê bi nasnavê Ronî Welat “Di encama êrişeke terorîstî a tirsonek de li rojhilatê Dêrezorê dema li ser erka xwe ya neteweyî û exlaqî bû, şehîd ket.”

Herwiha HSDyê di daxuyaniyê de diyar kir Ronî Welat “Yek ji têkoşerên di salên şerê dirêj ê li dijî rêxistina terorîst li Girê Spî, Minbic, Reqa, Tebqayê de di eniyên pêş de bû.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de HDSyê wiha got:

“Ronî yek ji fermandarên destpêkê yên beşdarî avakirina Hêzên Erka Xweparastinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû û li ser perwerdekirina şervan û rêxistina wê çavdêrî kir.

Rola girîng a ku şehîd Ronî li Dêrezorê piştî DAIŞê pêk aniye, jinûve avakirin, damezrandina saziyên leşkerî û rêveberî û têkiliyên wî yên baş bi xelkê herêmê re hişt ku ji aliyên dijber ve bibe armanceke diyar.”

HSDyê sersaxiyê ji malbat û hezkriyên Ronî re xwest û wiha berdewam kir:

“Em soz didin ku em dê bi ser terorîstên ku sûc kirine de bigirin û wan li ser sûcên wan ceza bikin.”

Şêrwan Hesen ango Ronî Welat di sala 1979an de li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.