RIHA - Di midaxeleya cendirmeyan de 22 karker hatin desteserkirin

06-12-2023
RÛDAW
Nîşan Riha Karker Ozak Tekstîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di 10emîn roja çalakiya karkerên Ozak Tekstîlê de cendirmeyan midaxeleya çalakiyê kir û 22 karker û rêveberên Sendîkaya BÎRTEK-SENê desteser kirin.

Karkerên Ozak Tekstîlê ku 10 roj in ji ber guvaş û gefên xwediyê kar û sendîkaya jê îstifa kirine Oz-Îplikê, li ber deriyê kargehê di çalakiyê de ne.

Karker vê sibê li ber deriyê kargehê rawestiyan û nehiştin karkerên şîfta 80:00 heta 16:00 bikevin hindirê kargehê.

Li ser wê yekê cendirmeyan bi copan û gaza rondikrêj êrişî karkeran kir û 22 karker û rêveberên Sendîkaya BÎRTEK-SENê desteser kirin.

Li gor agahiyan di nava kesên desteserkirî de Rêveberên BÊRTEK-SENê Mehmet Turkmen, Deniz Kar, Mazlum Ayçiçek û 19 karker hene.

Herwiha di dema desteserkirinê de çend karker jî birîndar bûn û di nav ambualnsê de hatin dermankirin.

Piştê midaxeleya dijwar a cendirmeyan, karkerên ku di hundirê kargehê de kar dikirin jî ji kargehê derketin û piştgirî dan karkerên di çalakiyê de.

Karkeran bi gerandina govend û sloganan nerazîbûna xwe anîn ziman.

Karker dibêjin heta daxwazên wan neyên bicihkirin ew dê çalakiya xwe berdewam bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst