SÊRT – 3 wesayît li hev qelibîn: Mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Misircê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê barhilgir, wesayîta tîcarî û otomobîlek li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya Sêrt û Êlihê nêzîkî gundê Şênê barhilgira bi şofêrtiya Îslam Îverendî (28), wesayîta tîcarî ya bi şofêrtiya Muslum Oztoprak (34) û otomobîla bi şofêrtiya Mezher Yildirim li hev qelibîn.

Di bûyerê de şofêr Îslam Îverendî mir, şofêr Muslum Oztoprak û Mezher Yildirim, herwiha Faruk Oztoprak ku di wesayîta tîcarî de bû bîrîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, AFAD û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Muslum Oztoprak û Faruk Oztoprak rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Misircê.

Mezher Yildirim jî li cihê bûyerê li ser lingan hat dermankirin.

Ji birîndaran Muslum Oztoprak tevî hemû midaxelayan canê xwe ji dest da.