Li Amedê kesek bi gaza sobeyê bi jehrê ket û mir

06-12-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Gaza Sobê Jehrî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji sobeyê gaza karbonmonoksîtê derket û kesek mir û 3 kes jî tên dermankirin.

Li Taxa Kervanpinarê ya Amedê, mirovên Îzzetîn Ç. (80) û Remziye Çyê (67) ji ber ku xeber ji wan hilnedane, aliyên pêwendîdar ji rewşê agahdar kir.

Li ser agahdarkirinê ambulans çû mala Îzzetîn Ç. û Remziye Çyê.

Tîmên tenduristiyê dema ku çûn malê, dîtin ku Îzzetîn Ç., Remziye Ç. û neviyên wan Ezgî Ç. (4) û Elif Ç. (3) xeriqî ne.

Piştî pişkinînê hat tesbîtkitin ku Îzzetîn Ç. Canê xwe ji dest daye.

Tîmên tenduristiyê Remziye Ç. û her du neviyên wê birin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst