Îro li tevahiya Bakurê Kurdistanê barana gur heye

06-12-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Baran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê ragihand, îro li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê barana gur heye.

Li gorî Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê, îro li tevahiya bajarên Bakurê Kurdistanê baran dibare.

Saziya Keşnasiya Tirkiyeyê diyar kir ku ji bilî Wan, Meletî, Erzîngan û Îdirê li bajarên din barana gur dibare.

Bi taybetî tê çaverêkirin li herêma Mûş, Çewlig, Sêrt û Êlihê baran zêde tund bibare.

Saziya Keşnasiyê ji welatiyan xwest ku ji bo egera lehiyê û pirsgirêkên trafîkê hişyar bin û tedbîrên pêwîst werbigrin.

Bi destpêkirina şiliyê re li Bakurê Kurdistanê pileya germahiyê di navbera 2-6 pileyan de dadikeve û hewa sar dibe.

Li Erzeromê bi rojan pile 2, li Colemêrgê 7, li Meletiyê 10, li Wanê 10, li Amedê 10, li Dîlokê 14, li Mêrdînê 19, li Rihayê 12 û li Sêrtê 11 pile ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst