Makbule Ozer: Ez naxwazim careke din herim girtîgehê

Wan (Rûdaw) - Serdozgeriya Wanê rapora Makbule Ozera 81 salî li tiba edlî vegerand û girtina wê jî heta ku bersiv ji saziya tiba edlî were, rawestand.

Di 2022yan de Makbule Ozer û hevjînê wê bi hinceta ku alîkariya PKKyê kirine her yekî 2 sal û mehek cezayê girtigehê li wan hatibû birîn û ew ketibûn girtîgehe.

Piştî çar mehan bi serlêdana parêzerên wan tiba edlî derbarê Makbule Ozerê de rapora ji ber nexweşiyên xwe nikare di girtîgehê de bimîne dabû û Makbule Ozer hatibû berdan û cezayê wê hatibû taloqkirin.

Piştî salekê heman saziyê vê carê rapora dikare di girtîgehê de bimîne amade kir.

Biryara tiba edlî bû sedema karvedanan û rexne li biryara saziye hatin kirin.

Li ser karvedanan Dozgeriya Wanê biryara girtina Makbule Ozerê rawestandin û dosyaya wê li saziyê vegerand.

Du meh û nîv cezayê wê maye û ew nexweş e û naxwaze careke din bikeve girtîgehê.

Serdozgeriya Komarê ya Wanê dosyaya Makbule Ozera 81 salî li sazîya tiba edlî vegerand.

“Ez naxwazim careke din herim girtîgehê”

Makbule Ozerê li ser biryarê got:

“Na ez naxwazim careke din herim girtîgehê. Belê ez nexweş im rapora min jî heye lê cezayê min hat carek din, îca ez nizanim dê çi bibe.”

Li ser rapora tiba edlî gelek karvedan çêbûn û bertek hatin nîşandan.

Li ser karvedanan jî Serdozgeriya Komarî ya Wanê bi hinceta ku di navbera her du raporan çewtî heye dosyaya Makbule Ozerê li saziya tiba edlî vegerand û heta careke din bersiv ji tiba edlî were biryara girtina wê rawestandin.

Parêzerê Makbule Ozerê, Erhan Çîftçîler anî ziman:

“Di nav her du raporan de jî bi rastî çewtîyên mezin hene. Heger ATK bêje rapora min ya duduyan rast e ez li ser rapora xwe disekinim jî dozger dikare bêje ez rapora te ya ewil esas digirim.

Bila dayik êdî nekeve girtîgehê û cezayê mayî jî bila di mal de bikişîne, dikare wisa jî bêje.”

Makbule Ozer 81 salî ye û gelek nexweşiyên wê yên kronîk hene, herwiha rapora wê ya ji sedî 61 astengdar e jî heye.

Xizmên wê dilgiran in ku ew bi rewşeke wiha re rû bi rû mane.

“Îftira li me kirin”

Hevjînê Makbule Ozerê, Hadî Ozer jî anî ziman:

“Em naxwazin careke din bikevin hepsê. Ji ber ku dem ne ya ketina hepsan e. Xwedê kesî jî nexe.

Îftira li me kirin. Yanî tiştek li me neqewimî. Em nizanin dê çi bibe. Hema me dît ku bi ser me de girtin.”

Niha 2 îhtimal hene, heger tiba edlî li ser rapora dawî rijd be û heman raporê li dozgeriyê vegerîne dibe ku Makbule Ozer ji ber 2 meh û nîv cezaya xwe ya mayî bikeve girtîgehê.

Yan jî biryara tiba edlî her çi be jî dozger dikare cezayê hepsê ya di mal de bide Makbule Ozerê û pirsgirêkê çareser bike.