Artêşa Tirkiyê gundên Kobanî topbaran dike
Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Enqerê herdu gundên Cêşan û Gultepe yên dikevin rojhilatê bajarê Kobanê li Rojavayê Kurdistanê topbaran dikin.
Li gor çavkaniyên xwecihê ku ji gundewarê rojhilatê Kobaniyê bidest Rûdawê ketine, diyar dikin ku, êvara îro Sêşemê, hêzên artêşa Tirkiyê herdu gundên Cêşan û Gultepê li herêma rojhilatê Kobaniyê topbaran dikin.
Heman çavkaniyê ji Rûdawê re ragihand ku bi awayekî rojane gundewarên rojhilat û rojavayê Kobanî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve têne armanckirin, bi taybetî binkeyên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên artêşa Sûriyê.
Heta niha jî, nehatiye zanîn, ziyanên wê topbaranê li ser herdu gundan çi ne.