Artêşa Tirkiyê gundên Kobanî topbaran dike

06-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Enqerê herdu gundên Cêşan û Gultepe yên dikevin rojhilatê bajarê Kobanê li Rojavayê Kurdistanê topbaran dikin.

Li gor çavkaniyên xwecihê ku ji gundewarê rojhilatê Kobaniyê bidest Rûdawê ketine, diyar dikin ku, êvara îro Sêşemê, hêzên artêşa Tirkiyê herdu gundên Cêşan û Gultepê li herêma rojhilatê Kobaniyê topbaran dikin.

Heman çavkaniyê ji Rûdawê re ragihand ku bi awayekî rojane gundewarên rojhilat û  rojavayê Kobanî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve têne armanckirin, bi taybetî binkeyên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên artêşa Sûriyê.

Heta niha jî, nehatiye zanîn, ziyanên wê topbaranê li ser herdu gundan çi ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst