Geştên esmanî di navbera Kerkûk-Enqerê de destpê kirin

06-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di navbera her du firokexaneyên navdewletî yên Kerkûk û Enqere ya paytexta Tirkiyê de yekemîn geşta esmanî hat kirin. Rêveberê Ragihandinya Firokexaneya Kerkûkê jî dibêje, di rojên bihê de geştên bo Tirkiyê dê bên zêdekirin.

Rêveberê Ragihandinya Firokexaneya Navdewletî ya Kerkûkê, Herdî Semed îro 6ê Kanûna 2022an ji Rûdawê re ragihand, “yekemîn geşta esmanî di navbera Firokexaneya Navdewletî ya Kerkûkê û Firokexaneya Enqerê de hat kirin.”

Ev geşta esmanî êvara roja Duşemê 5ê Kanûna 2022an di demjimêr 17:00 de û bi rêya kompanyaya hêla esmanî ya Iraqê hatiye kirin.

Rêveberê Ragihandinya Firokexaneya Navdewletî ya Kerkûkê diyar kir, “rêwiyên wê geşta esmanî 115 kes bûn ku welatiyên Kerkûkê bûn û geşt tenê çûna bo Tirkiyê bû.”

Roja 17ê Cotmeha îsal Firokexaneya Navdewletî ya Kerkûkê bi fermî hat vekirin û piştî 3 rojan yekemîn geşta ji wê firokexaneyê ve bo Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê hat kirin.

Herdî Semed ragihand, di çend rojên bihê de hejmara geştên di navbera firokexaneya Kerkûkê û firokexaneyên Tirkiyê de dê li gor daxwazên welatiyan bo geştkirinê bên zêdekirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst