Serok Barzanî: Doza netewî ya Kurd di ser berjewendiyên hizbî de ye
Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî daxwaz ji Konfederasyona Revenda Kurdî dike ku bibe “sedemeke bi bandor ji bo naskirina jenosîdên dijî Kurdan” û diyar dike, “Doza netewî ya Kurd di ser berjewendiyên hizbî û kesayetî de ye.”
Serok Mesûd Barzanî îro, 06/12/2021, li Selahedînê (Pîrmam) pêşwazî li desteya hilbijartî ya Konfederasyona Revenda Kurdî û berpirsên federasyonên endamên wê kofederasyonê kir.
Serok Barzanî di civîna li gel endamên Konfederasyona Revenda Kurdî de tekez kir ku doza netewî ya gelê Kurd di ser berjewendiyên hizbî û kesayetî de ye û hizb tenê amrazek in ji bo xizmetkirina armancên mezintir.
Serok Barzanî tekezî li ser peyama aştîxwaz a gelê Kurd kir û daxwaz kir, “Konfederasyona Revenda Kurdî bibe sedemekem karîger ji bo naskirina jenosîd û wan zilmên ku li gelê Kurd hatine kirin.”
Di dewama gotara xwe de Serok Barzanî, pîrozbahî li serkeftina kongreya Konfederasyona Revenda Kurdî kir ku bo dema 2 rojan li Hewlêrê birêve çû. Serok Barzanî pîrozbahî li Desteya Konfederasyona Revenda Kurdî kir ku di wê kongreyê de hat hilbijartin û hêviya derbirî ku rêkxistin û hevahengiya di nav revenda Kurdî de zêdetir bibe.
Serok Barzanî di beşeke din a afaxtina xwe de, behsa dîroka tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê û îrade û xebata gelê Kurd a ji bo man û parastina nasnameya xwe kir. Herwiha Serok Barzanî spasiya revenda Kurdî kir ku “dûr ji welat her tim piştevaniya daxwazên rewa yên gelê xwe kiriye di qonaxên cuda de.”