Hewlêr (Rûdaw) - Kêşeya nebûna înternetê û pişkinîna coronayê li Şingalê bûye sedem ku proseya xendina Kurdî weke pêwîst pêş nekeve.
Rêveberê Dibistana Amadeyî ya Şingalê Kemal Hesen ji Rûdawê re ragihand ku xwendevan nikarin bi online bxwînin û li Şingalê pişkinîna nebûye ji ber wê nizanin çend mamosta û xwendevan bi coronayê ketine.
Kemal Hesen da zanîn ku giringî bi zimanê Kurdî nayê dan ji Cotmeha îsal ve dibistan hatine vekirin lê pirtûk û pêdiviyên dibistanan bo wan nehatine dabînkirin.
Hesen herwiha eşkere kir ku pirsgirêka nebûna mamsotayan heye, berî 2014 mamosta hebûn lê niha nemane û piraniya wan bi tensîb li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê ne.
Bi gotina Hesen Kemal li navçeyê ji ber Coronayê îsal gelek pirsgirêkên xwendekaran çêbûye û ji ber hejariya xelkê Şingalê xwendekaran nekarine bi awayekî online beşdarî di proseya xwendinê de bikin û got: “Tevî pirsgirêkên elektirîk û înternetê xwendekar nikarin ji xwe re komputer, telefonên smart an jî tabletan peyda bikin.”
Hesen Kemal bibîr xist ku bi biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê deriyê tevahiya dibistanên Kurdî yên li Kurdistanê hatine girtin, lê ew di wê baweriyê de baştir e deriyên dibistanên Kurdî li Şingalê ji xwendekaran re were vekirin.
Kemal herwiha diyar kir ku ji ber krîza darayî hejmara mamosteyên Kurdî li Şingalê ne di asta pêwîst de ye û ji sala 2014an ve ti mamosteyek ji bo xwendina Kurdî li wê navçeyê nehate damezrandin û got ku hejmarek zêde ya mamosteyan belav bûne çûne dervey welat weke Ewropa û Amerîkayê.
Rêveberê Dibistana Amadehî li Şingalê Hesen Kemal herwiha da zanîn ku rê ji her kesê ku bixwaze li Şingalê bibe mamose re vekiriye û ti pirsgirêk nînin û wiha pê de çû: “Em dixwazin zêdetir girîngiyê bi xwendina Kurdî ya li vê derê bidin. Eger girîngî bi xwendina Kurdî neyê dan roj bi roj xwendina Kurdî dê li Şingalê lawaz bibe. Di meha cotmehê de dibistan vebûn lê heta niha jî pêwîstiya me bi pirtûkan heye, bi taybetî pirtûkên pola 12ê nînin. Heta niha ji bo me pirtûk nehatine dabînkirin. Jixwe me niha weke mêvan li dibistaneke Erebî xwendina xwe dikin ji ber ku ti kelûpelên me nînin. Em sûdê ji derfetan wan werdigirin. Em hêvî dikin girîngiyê bi me jî bidin.”
Rêveberê Perwerdeya Kurdî li Şingalê Meyser Hecî Salih jî li ser heman mijarê beşdarî bultena Rûdawê bû û piştrast kir ku gelek pirgirêkên xwendinê li Şingalê hene û got: “Bi arastî li Şingalê gelek pirsgirêkên xwendina Kurdî hene ji wan jî weke sereke xwendina bi awayî onlineyê ye. Li gelek deverên Şingal înternet û elektirîk nîne û herwiha kelûpelên bo xwendînê jî gelek kêm in. Gelek dibistanên Şingalê ji ber teqindanê ji kar ketine.”
Meyser Hecî Salih da zanîn ku hejmara pêwîst a mamostayan li ber destê wan nîne û li hinek dibistanan bes yek mamoste heye û di wî warê de daxwaza alîkariyê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.
Salih herwiha amaje bi wê yekê kir ku rêkevtina di navbera Hewlêr û Bexdayê ya bo asayîkirina rewşa Şingalê ti bandorek li xwendinê nekiriye çimkî ew rêkevtin gelek paş ketiye û neketiye di warê pratîkî de.
Li Şingalê xwendina Erebî destpê kiriye, lê li 47 dibistanên xwendina Kurdî xwendin nehatiye destpê kirin.
Li gorî amaran 10 hezar û 80 xwendevanên xwendina Kurdî li Şingalê hene.
Li Şingal û Xaneqînê nêzîkî 500 xwendevanên xwendina Kurdê , xwendina xwe veguhestine ser beşê Erebî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse