Li Îlamê zarokê 45 rojî ji ber şaşiya pizîşkî mir

06-12-2020
RÛDAW
Zanîngeha Pizîşkî Îlam xemsariya derbarê mirina zarokekî 45 rojî red dike
Zanîngeha Pizîşkî Îlam xemsariya derbarê mirina zarokekî 45 rojî red dike
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zanîngeha Pizîşkî Îlamê red kir ku zarokê 45 rojî ji ber şaşiya pizîşkî miribe û dibêje, piştî ew ji mirina wî piştrast bûne, wefatname jê re hatiye derxistin.

Zanîngeha Pizîşkî Îlam derbarê mirina zarokekî 45 rojî ji ber xemsariya pizîşkî, di daxuyaniyekê de ev yek red kir û dibêje piştî ku ji mirina wî piştrast bûne, wefatname bo wî hatiye derxistin.

Piştî ku nexweşxaneya Îmam Xumeynî ya Îlamê wefatname bo wî zarokî derxistiye, malbata wî roja pêncşemê birine goristana bajarê Awdanan, lê dema ku tê şuştin, derdikeve ku zarok zindî ye û nemiriye.

Li ser vê yekê jî gelek rexne li nexweşxaneyê hat kirin. Nûnerê Îlamê Bêhzad Elîzade li parlemana Îranê got, ev bûyer cihê dilgiraniyê ye û şaşiyeke pizîşkî ya weha nayê qebûlkirin.

Dozgerê Giştî yê Îlamê Efşar Xusrewî komîteyek ji bo babetê pêk anî da ku lêkolînan li bûyerê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst