Wezareta Derve ya Amerîka bo Rûdawê: Wêstgeha Elokê dest bi kar kir

06-12-2020
RÛDAW
Nîşan Wêstgeha Elok Rojavayê Kurdistanê Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Amerîka ji Rûdawê re ragihand, Wêstgeha Avê ya Elok dest bi kar kiriye.

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ava Wêstgeha Elok a ku di bin kontrola grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ye, li Serê Kaniyê qut bûye. Hikûmeta Tirkiyê û grûpên çerkdar ên sre bi Tirkiyê, ev çendîn car e ava Wêstgeha Elok ji ser bajarê Hesekê û gundewarê wê birriye.

Di bersiva pirseke Rûdawê de derbarê berdana avê ji Wêstgeha Elok bo bajarên Hesekê û Tiltemerê de, Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, wêstgehê  ji roja 2ê Kanûna 2020an ve, dest bi kar kiriye û ew li gel hemû aliyan di peywendiyê de ne û çavdêriya rewşê dikin.

Krîza avê ji 2013an li bajarê Hesekê heye, lê piştî kontrolkirina Wêstgeha Elok a li Serê Kaniyê ji aliyê girûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê ve rewşa avê bi yek carî kambax bûye.

Wêstgeha Elok dikeve 10 kîlometriya rojhilatê bajarê Serê Kaniyê û ji 30 bîrên avê pêk tê, ku çavkaniya sereke ya ava Heseke û derdora wê ye.

Ji Cotmeha 2019 ve ku bajarê Serê Kaniyê ketiye bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî, gelek caran ava wêstgeha Elok li ser bajarê Hesekê û gund û bajarokên derdorê yên di jêr desthilata Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de hatiye qutkirin.

Ji Wê demê ve û heya niha 9 caran çekdaran av ser Hesekê û Til Temirê qut kirine cara herî dawî jî 27ê Mijdara 2020 bû, wate beriya 9 rojan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst