Li sînorê navbera Rojhilat û Bakur zêdetirî 18 ton siyanur hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li deriyê sînorî yê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de 18 ton û 400 kîlogram madeya siyanurê hat girtin ku dixwestin derbasî Rojhilatê Kurdistanê bikin.

Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyê ragihand ku li deriyê sînorî yê Gurbulakê ku dikeve navbera bajarên Agirî û Urmiyê de, bi qasî 18 ton û 400 kîlogram madeya siyanurê hatiye girtin.

Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, ew madeya siyanurê di nava 360 bermîlan de hatiye veşartin û wê bandê xwestiye ku siyanurê derbasî Rojhilatê Kurdistanê bike.

Di demên derbasbûyî de li bajarên Stenbol, Antalya û Eskîşehîrê çend malbatan bi siyanurê dawî li jiyana xwe anîbûn û ji ber wan bûyerên xwekujiyê, firotina madeya siyanurê li Tirkiyê hat qedexekirin.