Tirkiyê bo Girê Spî û Serê Kaniyê du qaymeqam diyar kirin

06-12-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Serê Kaniyê Girê Spî Rojavayê Kurdistanê Çarenivîsa Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiyê berovajiyê bangeşeyên xwe ku dibêje, çavê wî welatî li axa Sûriyê nîne, di pêngaveke nû de ji bo herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê ku piştî êrîşa 9ê Mijdara îsal ew herdu bajar kontrol kirine, qaymeqam diyar kir.

Li gor zanyariyên ji ajans û medyayên Tirkiyê ve, Waliyê Rihayê duh serdana qezaya Serê Kaniyê ya aliyê Bakurê Kurdistanê kiriye û piştre derbasî bajarê Serê Kaniyê li aliyê Rojavayê Kurdistanê bûye.

Ajansa IHlas (IHA) ya Tirkiyê jî ragihandiye, di vê serdana xwe ya bo Serê Kaniyê de, Waliyê Rihayê Abdullah Erin bi berpirsên Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve  û herwiha rayedarê MÎTê yên li navçeyê hevdîtin pêk anîne.

Waliyê Rihayê Abdullah Erin ragihandiye, hikûmeta wî welatî ji bo herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê du qaymeqam erkdar kirine û diyar kiriye, ew yek ji bo birêvebirina karûbarên wan bajaran û pêkanîna hevahengiyê li gel saziyên dewletê û saziyên xwecihî hatiye kirin.

Abdullah Erin daye xuyakirin, wan herdu qaymeqaman ji heftiyek berî niha dest bi erkê xwe kirine.

Waliyê Rihayê tekezî li ser hewldan ji bo asayîkirina rewşa navçeyên di bin kontrola Artêşa Tirkiyê û komên çekdar de û vegerandina jiyana asayî bo herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê kiriye.

Erin diyar kiriye, saziyên giştî û saziyên alîkariyên mirovî yên li Tirkiyê bi awayekê plankirî li ser karê xwe bo aîkarîkirina xelkê navçeyê berdewam in û heta dema ku pêwîst bike, dê alîkariyên xwe pêşkêş bikin.

Di hevdîtinên xwe yên li Serê Kaniyê de, Abdullah Erin herwiha amaje bi wê yekê kiriye, ku berpirsatiya dabînkirina xizmetguzariyan li herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê di stuyê encûmenên xwecihî yên wan bajaran de ye, ku bi gotina wî ji aliyê xelkê herêmê ve hatine diyarkirin û destnîşan kiriye, ewlehiya navçeyê jî ji aliyê Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve tê parastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst