Li Til Rifetê şîna zarokên Efrînî birêve diçe

Hewlêr (Rûdaw) – Dayikên Efrînê, şîna zarokên xwe li Şehbayê digerînin, û konê şîna her 9 zarokan vedane, ku di êrîşeke artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên oposizyona Sûriyê de canê xwe ji dest dabûn.

Erebên Şehbayê jî dilgirnaiya xwe li hemberî êrîşa li ser zarokên Efrînê nîşan didin, û li ser bêdengiya welatên cîhanê matmayî mane.

Hêsirên dayikên Efrînê ziwa nabin, ew berdewam delalên ber dilê xwe ji dest didin, şîna zarokên xwe li bajarekî xerîb li ser wan digerînin, li Şehbayê konê şîna her 9 zarokan vedane, bi hemû cûrekî dixwazin peyamên cur bi cur bigihînin cîhana bê deng.

Li vir hestê Efrîniyan û êş û azara wan yek e, bi destekî hêsrên xwe pak dikin, bi destê din jî, nîşana îradeyeke bihêz bilind dikin, şîna zarokên wan jî li ser sînorê Efrînê û ji nêzîk ve jî dibînin ku çi bi serê bajarê wan tê.

Lê bi vê şînê, bihêztirîn peyam jî ya zarokan bi xwe ye, ji ber ku hevalên wan bi topên giran jiyana xwe ji dest dan, bi Kurdekî zelal, hestekî bihêz, zarokeke Efrînî dengê xwe digihînin cîhanê

Jinên Erebên Til Rifatê hevxemiya xwe ji bo malbatên qurbaniyan nîşan dan û matmayî mane ku heta niha jî welatên cîhanê bê helwest in.

Welatiya bi navê Fatima Mihemed dibêje, “Tirkiyê çima wisa dike û vê kumkûjiya zarokan ya Til Rifatê pêk anî? Ka welatên cîhanê çima bê deng in? Çima behsa mafê zarokan dikin û bê deng in? Çi gunehê van zarokan heye ku ji xwe re li kolanê dilîstin û 10 zarok hatin kuştin? Gelo eger ev zarokên wan bin, wê qebul bikin.”

Li ber barana zivistanê jî, rîsipiyên û serokeşîrên Erebên Şehabyê jî dilgirnaiya xwe li hemberî êrîşa li ser zarokan nîşan dan.

Rîspiyekî Ereb ê bi navê Hac Hesen Heyder jî diyar dike, “Em vê tawana Til Rifatê ya kuştina zarokan şermezar dikin, her aliyekî êrîşê pêk anîbe, em wî şermezar dikin û înşal ferec nêzîk e û xwedî bereya hevpeymanên me.”

Roja dûyê vê mehê, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên girêdayî wê ve, navenda geşepêdana zarokên koçberên Efrînê topbaran kirin û di encamê de 9 zarok û kelemêrek jiyana xwe ji dest dan û 12 zarok jî birîndar bûn ku niha li nexweşxaneyên Helebê têne dermankirin.

Tevî ku ev navçe di bin kontrola polîsê leşkerî yê Rûsyayê de ye, lê heta niha jî wî welatî helwesta xwe nîşan nedaye.