Silêman Oso: Divê Amerîka helwesta xwe zelal bike

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Polîtburoya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Silêman Oso xwest Amerîka helwesta xwe li hember pêkhateyên rojhilatê Firatê zelal bike.

 

Silêman Oso destnîşan kir ku li gor stratejiya nû ya Waşintonê, avakirina herêmeke dije firînê jî di rojevê de ye.

 

Endamê polîtburoya Yekîtî ku cihê xwe di nav ENKSê de digire, Silêman Oso ji malpera fermî ya partiya xwe re daxuyakirin, ku heya niha PYD binpêkirinan li hember partiyên din ên siyasî dike û got: “Divê Amerîka li hember vê rewşê bêdeng nemîne û bi berpirsiyariya xwe rabe.”

 

Silêman Oso her wiha diyar kir, ku avakirina xalên çavdêriya leşkerî li ser sînorê deverê bi Tirkiyê re, him Enqere piştrast dike ku wê ewlehiya sînorê wê parastî be, him jî dide xuyakirin, ku ew qebûl nake, êrîşî ser Rojhilatê Firatê bê kirin.