Êdî di navbera deriyên Sêmalka û Pêşxabûrê de otobus têne bikaranîn

06-12-2018
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Li şûna qayikan otobus têne bikaranîn
Li şûna qayikan otobus têne bikaranîn
Nîşan Rûdawa Rojava Sêmalka Pêşxabûr Otobus Qayik
A+ A-

Sêmalka (Rûdaw) – Piştî binavbûna qeyikekê û mirina karmendekî Rêveberiya Pêşxabûr, îdareya herdû deriyên Sêmalka û Pêşxabûr civîneke awarte li dar xistin û li ser bikaranîna otobusan ji bo veguhestina welatiyan li hev kirin.

 

Li ser sînorê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê, dayikek Kurd ji Kobanî kêfxweşiya xwe bi wê yekê nîşan dide, ku ew niha dikarin bi otobusan serdana zarokên xwe yên li aliyên din bikin.

 

Rêveberiya deriyê Sêmalka jî dibêje, tiştek di yasa û sîstema rêvbirina derî nehatiye guhertin, lê bi tenê di cihê qeyikan de, otobus tên bikaranîn.

 

Endaziyar jî dibêjin, heya saleke din pira Sêmalka - Pêşxabûr dikare ber xwe bide, piştre divê bê nûjenkirin.

 

Tevî ku jiyan û çarenivîsa gelek kesên Kurd di avê de bi dawî bû, lê çîroka Kurdan di penaberî û qutkirina avê de bi dawî nabe, ji bo ku çemê Dîcleyê derbas bikin û xwe bighînin Başûrê Kurdistanê, xelkê  Rojavayê Kurdistanê qeyik bi kar dianîn lê niha êdî bi otobusan hatin û çûnê dikin.

 

Welatiya bi navê Fatima Şêxo li ser destpêkirina hat û çûna bi otobusan diyar dike ku di çûn û hatina otobusê de xeterî tine, mirov bi silametî digihêje û dibêje: “Ezê biçim cem zarokê xwe.”

 

Hemahengkarê Peywendiyên Deriyê Sêmalka Hîşam Keleş ji Rûdawê re eşkere kir ku sîstema wan heman sîstema berê ye, ti guhertin di warê teknîkî de çênebûye, lê tenê li şûna qeyikan otobus bi kar tînin.

 

Rojane derdora 300 kes di ser pira Sêmalka re derbasî Başûrê Kurdistanê  dibin û bi dehan barhilgirên bazirganiyê kel û pelan vediguhezînin, ev  jî di demekê de ye ku şiyana wê pirê tenê hilgirtina 25 tonan heye û endeziyar behsa wê yekê dikin ku tenê heya salekê dikare li ber xwe bide, lê piştre pêwistiya wê bi çaksazîkirineke tam heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst