Serokê demkî yê parlamentoyê: Rûdaw deng û rengê hemûyan e bê cudahî

06-12-2018
RÛDAW
Serokê demkî yê parlamentoya Iraqê, Rêvîng Hirorî
Serokê demkî yê parlamentoya Iraqê, Rêvîng Hirorî
Nîşan Serokê demkî yê parlamentoya Iraqê Rêvîng Hirorî Rûdaw Xelat Netewên Yekgirtî Xelata Rûdawê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê demkî yê parlamentoya Kurdistanê, Rêvîng Hirorî dibêje, li her cihekê bêdengî hebûbe û xelkê nekarîbe bi azadî biaxive, Rûdaw li wê derê amade bûye û bûye dengê xelkê.

 

Serokê demkî yê parlamentoya Kurdistanê beşdarî bulteneke nûçeyan a Rûdaw TVyê bû û derbarê xelatkirina Tora Medyayî ya Rûdawê ji aliyê Netewên Yekgirtî ve axivî. Rêvîng Hirûrî got: “Ez pîrozbahiyê li xwe dikim weke kurdistaniyek û kurdekî, pîrozbahiyê li Rûdawê dikim, bi rastî em hemû xwe di ekrana Rûdawê de dibînin. Rûdaw ji medyayeke lokalî derbas bûye û bûye saziyeke medyayî ya cîhanî.”

 

Hirorî herwiha got: “Dema ku li Netewên Yekgirtî birxandin li ser medyayê tê kirin, bi taybet li Rojhilata Navîn, dibînî ku piraniya medyayan girêdayî aliyekê siyasî, partî û nêrînên cuda ne, lê belê Rûdawê karî wê bîalîbûna xwe biparêz e û ew jî cihê şanaziyê ye.”

 

Derbarê rola Rûdawê di gihandina dengê xelkê bi hikûmet û parlamentoyê de, serokê demkî yê parlamentoya Kurdistanê da xuyakirin: “Rûdaw dengê bêdengan bûye, li her cihekê ku bêdengî hebûbe û xelkê nekarîbe bi azadî biaxive, Rûdawê li wê derê amade bûye. Rûdaw di hemû bûyeran de rojane di nava xalkê de bûye, li eniyên şer bûye, gelek qurbanî di ber xelkê Kurdistanê û mirovahiyê de daye, heta şehîd û birîndar daye. Rûdawê karî rûmala xwe berdewam bike û berevaniyê di ber karê xw eyê pîşeyî û profesyonel de bike.”

 

Rêvîng Hirorî diyar kir: “Mayka (mîkrofona) Mecîd Gilî berî her kesekî li berdem berpirsên Netewên Yekgirtî bûye, bi giştî karmend û rojnamevanên Rûdawê pêşeng in, li her cihekê û berî hemû kesekê mayka Rûdawê amade ye.”

 

Bi baweriya Rêvîng Hirorî, Rûdaw ne tenê di warê rojnamevaniyê de kar kiriye, lê belê “Rûdawê xwe kiriye xwediyê kêşeyên civakî yên xelkê jî, bi rêya wan bernameyên ku pêşkêş dike, ku taybet in bi kêşeyên xelkê û pirsên civakî, hevdem dengê wan gihandiye hikûmet, parlamento û aliyên pêwendîdar.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst