Ji bo şaredariya Qoserê qeyûm hat tayînkirin

06-12-2016
RÛDAW
Nîşan Qoser Qeyûm Şaredarî
A+ A-

Navneda Nûçeyan – Qeymeqamê navçeya Qoserê Ahmet Odabaş ji aliyê parêzgeriya Mêrdînê ve weke qeyûm ji bo şaredariya Şaredariya Qoserê hat tayînkirin.


Ahmet Odabaş ku duh li navçeya Qoserê ya Mêrdînê weke qeymeqam dest bi wezîfeyê kiribû îro ji aliyên parêzgeriya Mêrdînê ve wekî qeyûm ji bo şaredariya navçeyê hat tayînkirin.


Piştî ku qeyûm hat tayînkirin li derdora avahiya şaredariyê bergiriyên ewlehî hatin girtin, hêzên ewlekariya Tirkiyê hem li nava şaredariyê û hem jî li derveyê avahiyê lêgerîn pêk anîn.


Hevserokê Şaredariya Qoserê Îsmail Asi, Cîgira Şaredar Leyla Salman û Midûrê Karê civak û Çandî Salih Kuday di çarçoveya lêpirsînê de hatibûn girtin.

 

Ji 11ê Îlonê ve heta niha ji bo 42 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) qeyûm hatine tayînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst