AMED – 2 hevserok hatin desteserkirin

06-12-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hevserokên şaredariya her du navçeyên navendî Peyasê û Yenişehir ên Amedê hatin desteserkirin.


Li gorî agahiyan îro danê sibê bi fermana dozgerê giştî yê Amedê  polîsan avêtin ser avahiyên Saredariya Peyasê û Şaredariya Yenişehirê.


Herwiha di heman demê de polîsan bi ser mala Hevserokê Şaredariya Peyasê Mehmet Elî Aydin û Hevserokê Şaredariya Yenişehirê Mehmet Selim Kurbanoglu da girtine.


Polîsên Tirkiyê herdu hevserokên navborî desteser kirin.


Xebatkarên Şaredariya Peyasê ji bo şermezarkirina binçavkirina şaredaran û serdagirtina şaredariyan xwestin daxuyaniyek bidin çapemeniyê. Lê polîsan destûr neda xebatkaran û ew xistin nava şaredariyê. 

 

Di nava salekî de 46 şaredarên DBP'ê hatin zindankirin û niha jî 2 şaredar di bin çavan de ne.

 

Di nava şaredarên zindankirî de Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk, Hevêaredarên Amedê Gultan Kişanak, Firad Anli, Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya û Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan jî hene. Heta niha li ser 46 şaredariyên DBP'ê jî qeyûm hatine danîn.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst