Balafir li Çiyayê Kurdan dide: Jiyana kurdan têk diçe

06-12-2015
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şer li Çiyayê Kurdan li Lazqiyê berdewam dike û balafirên Rûsya rojane gundên wê navçeyê bombebaran dikin. Jiyana xwecihên wê derê jî têk diçe.

Ji ber operasyon û êrişên asamanî xaniyên  hemwelatiyên kurd ên Çiyayê kurdan tê rûxandin û hejmarek ji xelkê sivîl têne kuştin û birîndar kirin.

Herweha ji ber bombebaranê, xelkê sivîl berdewam gundên xwe bi cî dihêln û li ser sînorê Tirkiyê koçber dibin.

Rêxistin û saziyên ku diçine  hawara koçberan jî, hewl didin 4 kampên nû ava bikin, lê ji ber tunebûna îmkanan, koçber bi xwe konan li ser sînor vedidin û di rewşeke xirab de jiyana xwe derbas dikin.

Jinekê ku ji Çiyayê Kurdan ji ber bombeyab reviyaye wiha got: “Em ji Çiyayê Kurdan in, ji ber bombeyên em koçber bûn û em hatin vir. Balafir berdewam li me didin. Mala keça min hilweşa û  keça min û hevjîn û keça wê brîndar bûn. Keça min ziyaneke mezin dît, tiştekî wê nema.”

Jinekê din jî wiha dibêje: “Bi sarûxan li me didin, em di bin rehma mirinê de dijî û em nizanin kengî dê rokêt li me bikeve. Îjar em naçar man zarokên xwe kom bikin û em hatin vir.”

Ligel berdewamiya bombebarana van balafiran, roj bi roj rewşa mirovî li Çiyayê Kurdan aloztir dibe, ji xwe zivistan hatiye berdewam berf lê dibare. Ji xeynî xwarin û pêdiviyên sereke yên jiyanê li wê navçeyê qut bûne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst