Şîeyan li Kerkûkê baregeh ava kirin

06-12-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Kerkûk (Rûdaw)- Çekdarên şîe li bajarokê Taze û navçeya Daquq yên girêdayî Kerkûkê hatin bicihkirin.

 

Çekdarên şîe yên ku ji yekîneyên “Nasra” û “Ahbabullah” pêk tên, ku 15 kilometreyan dûrî Kerkûkê ne, ji herêma Amirlî, Celewla, Hilwe û Silêmanbegê hatine.

 

Çavkaniyek nexweze navê wî bê diyar kirin ji Rudawê ragihand ku  rêveberiya yekîneyan, saloxgeriya girêdayî Hêza Qudusê ya bin fermandariya Qasim Suleymanî, dike.

 

Fermandarê Eniya Amirlî yê çekdarên şîe Mehdî Takî, nûçeya ku digot “Îran revebiriya yekinayê dike” derewandibû.

 

Rêvebirê Polîsên Kerkûkê Cemal Tahir jî ji Rûdawê re got, di derbarê yekîneyê de agahî destê wan de nîne û divê mijarek wisa li encumana ewlakariyê bê nirxandin.

 

Li gorî agahiyan, piştî rizgarkirina Celewlayê, hin çekdarên şîe hatin şandin bo Kerkûkê.

 

Tê ragihandin ku hin yekîneyên ku wêneyên reberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xemineyî rakirî û cebilxaneyek mezin a tê de fuzeyên îranî hene li gundê Beşîre bi cih kirine.

 

Wê Jêderî diyar kir ku qedexe ye ku kesek nêzîkî baregehên derdorê wan xendek hatin kolandin, bibe.

Cîgirê Serokê Encumana Ewelekariya Kerkûkê Rakan Seîd jî got ku li nêzîkî navçeya Xurmatuyê yekîneyek hejmara wan 2 hezar û 65 kes, jî xelkê herêmê pêkhatî, heye.

Seîd anî ziman ku ew meijarek girîng e û dê ji bo lêkolîna vê mijarê, avakirina encumanek a lêpirsinê bi xweze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst