Şanda PAKê çû sersaxiya Sekreterê PSDKê Mihemed Hacî Mehmûd

Silêmanî (Rûdaw) – Şandeke Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi serokatiya Serokê Giştî Mistefa Ozçelîk, çû şîna kurê Sekreterê Partiya Sosyalîst-Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmûd, Et Hacî Mehmûd ê beriya niha di şerê DAIŞê de şehîd bibû.

Şandeke Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK) ku ji Serokê Giştî yê PAKê Mistefa Ozçelîk û rêvebirên PAKê Abdurrahmanê Gundikî, Orhan Kaya, Akif Adsiz û Abdî Işik pêk dihat, ji bo sersaxiya Sekreterê PSDKê Mihemed Hacî Mehmûd çûn bajarê Silemaniyê.

Serokê Giştî yê PAKê Mistafa Ozçelîk li mala Mihemed Hacî Mehmûd axaftinek kir û diyar kir ku Şehîd Eta Şehîdê PAKê ye jî û got, wekî hemû şehîdên Kurdistanê ewê di têkoşîna azadiya miletê Kurd de her bijî.

Sekreterê Giştî yê PSDKê Mihemed Hacî Mehmûd jî spasiya şanda PAKê kir û qedirzaniya wan kir.

Kurê Sekreterê PSDKê, Eta Hacî Mehmûd roja 26ê Mijdara îsal di şerê devera Tilwerdê ya Kerkûkê de şehîd bibû. Di wî şerî de bavê wî Mihemed Hacî Mehmûd jî li kêleka wî şerê DAIŞê dikir.

Di wê operasyonê de Tilwerd ji aliyê hêzên Pêşmerge ve hatibû rizgarkirin.