Li Wanê sextekarî

Wan (Rûdaw)- Li Wanê rêveberiya nexweşxaneya  bi navê “Van Ozel Divan Hayat” bi belgeyên sexte bû sedema Saziya Ewlekariya Civakî (SGK) 12 milyon lîreyan zerar bike.

 

Çavkaniyek ji nexweşxaneya   “Van Ozel Divan Hayat Hastanesî” ji Rûdawê re got ku wê nexweşxaneyê emeliyatên nekirî weke kirî, da xuyandin û ew yek jî bûye sedema ku SGK 12 milyon lîreyan (nêzîkî 6 milyon dolar) zerar bike.

 

Çavkaniya ku nexwest navê wî bê diyar kirin da zanîn ku bûyer sala 2009an diyar bibû û hêza ewlakariyê dest bi lêkolînê kiribû.

 

Heman çavkaniyê ragihand ku lêpirsîn li Serokê Reveberiya Nexweşxanê Muhsin Tezcan, şirîk û bijîşkên neweşxanê Sedat Kavas, Fatma Çalka û Metin Turkyilmaz hat destpêkirin.

 

Herwiha hat eşkere kirin ku rayedarên nexweşxanê, 450 kesên ku li nxweşxanê nehatine emeliyatkirin wekî hatine emeliyatkirin dane xuyandin.

 

Polîsan diyar kir ku revebeiya nexweşxaneyê li Enqereyê jî li ser navê şirketa “Van Divan A.Ş.” buroyek vekirin û heman sextekarî kirine. 

 

Kesên ku tevlî bûyerê bunê dê 8ê Berfenbarê li Dadgeha Wanê bên mehkemekirin.

 

Çavkaniya ku agahî dayîn Rûdawê anî ziman ku berpisyarên nexweşxanê ew û malbata wî jî weke emeliyatkirîn dane xuyandin û dê wekî şahid tevlî doze bibe.

Li ser vê bûyerê berî niha Cîgirê Serokê Gistî yê CHP Umut Oran jî peşniyazname dabû Parlamentoya Tirkiyeyê.