Li Zanîngeha Tûnceliyê Aydin Erdem hat bibîranîn

06-12-2013
SERKAN İNCE
A+ A-

 

Dêrsîm (Rûdaw) - Xwendekarê Kurd Aydin Erdem ê ku çar sal berê li Amedê bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest dabû, li Zanîngeha Tûnceliyê ya Dêrsîmê ji aliyê xwendekaran ve hat bibîranîn.

 

Xwendekarê Beşa Bîrkariyê ya Zanîngeha Dîcleyê di 6ê Kanûna 2009an de li navçeyan navendî Baxan a Amedê di xwepêşandanê de bi guleya polêsan hat kuştin. Xwepêşandan bi armanca protestokirina daxistina Partiya Civaka Demokratîk (DTP) hatibû lidarxistin.

 

Xwendekarên Zanîngeha Tûncelî ya Dêrsîmê li nav Kampûsa Aktûlûk bi boneya salvegera kuştina Aydin Erdem xwepêşandanekê li dar xist. Piştî meşê, li ber Fakuşteya Endazyariyê li ser navê xwepêşanderan Komeleya Xwendekarên Azad a Dêrsîmê DODER ji çapemeniyê re daxuyand.

 

Xwendekarekê li ser navê DODERê daxuyanî xwend û got ku kî bûyerên reş sipî dikin ew kujer in. Di vî warî de daxuyanî wiha didome: "Komara Dewleta Tirkiyê ya ku Aydin Erdem kuştiye, îro bi heman awayî birayê wan ê Rojava dikujin."

 

Di daxuyaniya DODERê de hat gotin ku ta ku "kujerên Aydinan" derbixin rû, ew ê wekî xwendekar têkoşîna xwe bidomînin.

 

Piştî daxuyaniyê li Kantîna Navendî, sînevîzyona derheqê Aydin Erdem de hat temaşekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst