ISIG: Çiriya pêşîn 164 karkeran canê xwe ji dest daye
Hewlêr (Rûdaw) - ISIGê ragihand ku meha çiriya pêşîn a îsal 164 karkeran canê xwe ji dest daye.
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG) rapora xwe ya “Cinayetên Kar” a 10 mehên 2024an eşkere kir.
Li gorî raporê di 10 mehên destpêkê yên îsal de bi giştî hezar û 540 karkeran canê xwe ji dest daye.
Meha çiriya pêşîn a îsal jî di sektorên cuda de bi tevahî 164 karkeran canê xwe ji dest daye.
Li gor mehan hejmara karkerên canê xwe ji dest daye wiha ye:
- Kanûna Paşîn: 161 Karker
- Sibat: 149 Karker
- Adar: 124 Karker
- Nîsan: 165 Karker
- Gulan: 142 Karker
- Hezîran: 138 Karker
- Tîrmeh: 148 Karker
- Tebax: 192 Karker
- Îlon: 157 Karker
- Çiriya Pêşîn: 164 Karker
- Meha çiriya pêşîn mirina karkeran herî zêde di sektora avahîsaziyê de bû.
Li gorî sektoran çiriya pêşîn mirina karkaran wiha ye:
- Di sektora avahî û rê û piran de 49 karker
- Di sektora çandiniyê de 30 karker
- Di sektora veguhastinê de 18 karker
- Di sektora bazirganî, perwerde û sînemayê de 8 karker
- Di sektora otel û cihê manê de 8 karker
- Di sektora xwarinê de 7 karker
- Di sektora parastin û ewlehiyê de 6 karker
- Di sektora kanzayan de 5 karker
- Di sektora enerjiyê de 5 karker
- Di sektora keştîvaniyê de 5 karker
- Di karê şaredariyê de 5 karker
- Di sektora petro-kîmya û lastîkê de 2 karker
- Di sektora çimento, ax û camê de 2 karker
- Di sektora dar û kaxezan de karkerek
- Di sektora tenduristî û xizmetên civakî de karkerek
Karkerên ku sektora wan eşkere nebûye 6 jî karker in.
Çiriya pêşîn 4 zarokên karker jî canê xwe ji dest daye.
Temenê karkerên canê xwe ji dest daye wiha ye:
- 14 salî û biçûktir 2 karker
- 15-17 salî 2 karker
- 18-29 salî 36 karker
- 30-49 salî 63 karker
- 50-64 salî 40 karker
- 65 salî û mezintir 9 karker
Karkerên ku temenê wan nayê zanîn 12 karker
Herî zêde karkeran li Stenbolê canê xwe ji dest daye ku 26 karker bûn.